Şehîdên berxwedana Minbic û Dêr Hafirê bi girseyî hatin oxirkirin

4 şehîdên berxwedana Dêr Hafir û Minbicê ji aliyê bi hezaran kesî ve li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatin oxirkirin.

8 kanûn, 2024   15:49
KOBANÊ

Şervanên Hêzên Komandos Fedakar Helinc (Bozan Osman) û Demhat Helinc (Mehmûd Osman)  ên li Dêr Hafirê, Çiya (Macid) û Dilşêr (Mistefa Sehdûn) ên li Minbicê di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê hatin oxirkirin.

Merasîmê ku bi hezaran kes tevlê bûbûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Elmaz Romî axivî. Elmaz anî ziman ku ew ê bi hêza xwe bi ser bikevin û wiha pêde çû:" Şehîd ew in yê ku canê xwe ji bo azadiyê û rûmeta gelan feda dike. Divê em jî xwedî li wan û nirxên wan derkevin. Em di pêvajoya hebûn û tunebûnê re derbas dibin, ji bo wê jî divê em li dora hêza xwe kom bibin, divê em rê nedin wan êrişan."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşman li Pakrawangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobannê hatin veşartin.

(şs/bb)

ANHA