Hindistaniyan tecawîzkirin û qetilkirina zarokeke 9 salî şermezar kir

Li hemberî tecawizkirina zarokeke 9 salî û piştre qetilkirina wê, şêniyan ji ber derengamyîna agahdarkirina malbata zarok ji hêla polîsan ve bertekên hişk nîşan da û êrişî navendek polîsan kir.

Hindistaniyan tecawîzkirin û qetilkirina zarokeke 9 salî şermezar kir
6 cotmeh, 2024   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li wîlayeta Bengal a rojava a Hindistanê zarokeke 9 salî hat tecawîzkirin û dûre hat qetilkirin. Li hember vê sûcê şêniyan bertekên tund nîşan da, her wiha li dijî navea polîsan, ji ber dereng agahî dan malbata zarok, êriş pêk anîn û agir bi navendê xist.

Li hember xemsariya polîsan û derengmayîna agahdarkirina malbata zarok, şênî daketin qadan. Di xwepêşandanê de jinan amûrên di malê de pê dixebitin hilgirtin.

Li hemberî wê, polîsan bertekên şêniyan red kirin û diyar kir ku sûcdarekî gumanbar hatiye binçavkirin û pê re lêpirsîn didomin.

Berî çend hefteyan bijîşkeke 31 salî li nexweşxaneyeke bajarê Kolkata hat tecawîzkirin û dûre hat qetilkirin. Li hemberî wê li seranserî Hindistanê şêniyan bertekên nerazîbûnê nîşan dan.

(mh)