Li Holê têkildarî xeteriyên hişbirê panel
Bi armanca hişyarkirina ji xeteriyên hişbirê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Holê paneleke diyalogê li dar xist.
Partiya Sûriya Pêşerojê û Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Holê, panelek diyalogê li dar xist. Di panelê de xeterî û bandorên nerênî yên narkotîkê yan hişbirê li ser civakê hatin şîrovekirin. Di panelê de bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.
Di panelê de 3 mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn ji aliyê endama Nivîsgeha Rêxistinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Holê Henan El Bekir ve hat nîqaşkirin. Di mijarê de xeterî û bandorên narkotîkê û sedema û siyasetên ku dihêlin ew belav bibe, hatin şîrovekirin.
Henan El Bekir bal kişand ser siyasetên şerê taybet ên belavkirina hişbirê li nav ciwanan û diyar kir ku armanc ji vê yekê têkbirina beşa herî çalak a civakî ye.
Mijara duyemîn ji aliyê endamê Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê Silêman Hesen ve hat nîqaşkirin. Di mijarê de rêbazên hişyarkirina civakê ji xeteriyên hişbirê û rola hêzan di bidawîkirina vê diyardeyê de, hatin şîrovekirin.
Hesen bang li civakê kir ku rola xwe di pêşîgirtina li vê diyardeyê de, bilîzin.
Mijara sêyemîn ji aliyê fermandarê Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê Casim Cendîl ve hat nîqaşkirin. Di mijarê de rêbazên pêşîgirtina li vê diyardeyê hatin şîrovekirin.
Cendîl destnîşan kir ku pêwist e malbat zarokên xwe bişopînin û di eşkerekirina bazirganên narkotîkê û yên ku wê dikişînin de, bi hêzan re alîkar bin.
Di dawiya panelê de beşdaran pirsên xwe kirin û ew pirs hatin bersivandin.
(mh)
ANHA