Li Hindistanê ji ber îzdîhamê 3 kes mirin, 12 jî birîndar bûn

Li rojhilatê Hindistanê di festîvaleke olî ya Hindû de îzdîham çêbû, di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Li Hindistanê ji ber îzdîhamê 3 kes mirin, 12 jî birîndar bûn
29 hezîran, 2025   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP’ê, rayedarên Hindistanê ragihandin ku di dema festîvaleke olî ya Hindû de ya li eyaleta peravê Odisha ya rojhilatê Hindistanê, îzdîham çêbû. Rayedaran dane zanîn ku di encama îzdîhamê de 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku bi hezaran kes ji bo beşdarî festîvala salane ya Rath Yatra bibin, li nêzîkî Perestgeha Gundisha ya li bajarê  Puri ya eyaleta Odisha kom bûn.

Ji rêveberên herêmê Siddharth Swain ji rojnamevanan re axivî û got, "Zêdebûna ji nişka ve ya girse bû sedema îzdîhamê. Di encamê de 9 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, 3 kes jî mirine,  rewşa yên din jî aram e."

(bb)