Li Hindistanê destdirêjî li 2 zarokan hat kirin

Li kêlek dewama xwepêşandanên hêrs ên li hember qetilkirina bijîşkekê li Hindistanê, li bajarokekî bajarê Mumbai li ser paşxaneya destdirêjiya li ser 2 zarokên 4 salî, xwepêşandanên din dest pê kirin.

Li Hindistanê destdirêjî li 2 zarokan hat kirin
21 tebax 2024   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê got bi zêdebûna xwepêşandanên li ser destdirêjiyê li 2 zarokên 4 salî, enternet li bajarokekî nêzî bajarê Mumbai yê Hindistanê qut bû û dibistan hatin girtin.

Di roja duyemîn de xwepêşandan li bajarokê Badlapur ê 50 kîlometre ji Mumbai ve dûr e dewam dikin. Hemwextî wê jî xwepêşandanên li Hindistanê yên têkildarî qetilkirina bişîjkekê fireh dibin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê, desthilatên Hindistanê tawanbarê destdirêjî li 2 şagirtan li hundirê dibistana Badlapur kiriye, girt.

Xwepêşandêran duh rêyên trênê girtibûn û banga pêkanîna edaletê ji her du zarokan kir, hemwextî wê jî xwepêşandanên bijîşk û rêxistinên jinan li dar xistine dewam dikin.

Kanala ABBˊê diyar kir ku desthilatan got bila dibistan girtî bin û enternet bû roj e, ji bo çewistandina kombûn an jî xwepêşandanan girtî ye.

(fr)