Ji MSDˊê bang: Sûcdarên bikaranîna çekên kîmyewî ceza bikin

MSD'ê destnîşan kir ku ev 11 sal e hîn jî sûcdarên komkujiya Xûta nehatine cezakirin û ji bo civata navneteweyî cihê şermê ye. MSDˊê banga vekirina lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe kir ku her kesên destê wan di bikaranîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan de heye, hesab bikin.

Ji MSDˊê bang: Sûcdarên bikaranîna çekên kîmyewî ceza bikin
21 tebax 2024   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di salvegera 11'emîn a komkujiya Xûta ya Şamê de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di salvegera 11'emîn a komkujiya kîmyewî ya Xûta de em qurbaniyên wê komkujiyê bi bîr tînin. Di wê komkujiyê de gaza sarînê hat bikaranîn û di encamê de hezar û 400 welatî ku piraniya wan jin û zarok bûn, jiyana xwe ji dest da. Ew êriş yek ji sûcên herî qirêj ên serdema nû ye.

Di 21'ê Tebaxa 2013'an de tevahî cîhanê dîmenên bedenên li erdê dirêjkirî dîtin. Ev êriş ne tenê li dijî hin sivîlan bû. Ew li dijî tevahiya mirovahiyê û li dijî nirxên gelên aştîxwaz, bû.

Ev 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûn û hîn jî sûcdar nehatine cezakirin. Ev jî ji bo civata navneteweyî ku heta niha sûcdarên komkujiyê ceza nekirine û destek nedaye qurbaniyên komkujiyê û malbatên wan, cihê şermezarkirinê ye. Bi wê re zehmetî û êşên gelê Sûriyeyê kûrtir dibin

Em MSDˊê bang dikin ku lêpirsînên navneteweyî yên serbixwe û zelal bên vekirin ku tevahî kesên destên wan di bikaranîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan de heye, bên cezakirin. Em diyar dikin ku ne tenê pêkanîna edaletê wê bi xwe re edaletê ji malbatên qurbaniyan re bîne, lê dê bibe gaveke ber bi bidawîbûna necakirina sûcdaran. Ji ber necezakirin, sûcdaran teşwîq dike ku sûcên zêde li dijî gelê Sûriyeyê pêk bînin.

Her wiha divê hewldanên navneteweyî yên ji bo parastina welatiyên sûriyeyî ji tevahî şêweyên tundî û binpêkirinan bên geşkirin. Her wiha divê çareseriyeke giştî ji bo krîza Sûriyeyê li gorî biryara 2254ˊan bê pêkanîn. Îro cîhan li hember êşên gelê Sûriyeyê dikişîne berpirsiyar e, divê sînorekê deyne û rewşên guncaw ji bo vegereke ewle ya penbar û koçberan ava bike.

Salvegera komkujiya Xûta û gelek bûyerên din ên bi serê gelê Sûriyeyê de hatine, li ser me ferz dike ku em pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê Sûriyeyê bibin yek. Ji ber yekitî rêya herî guncaw a sînordarkirina van sûcan e."

(mh)