‘Têkoşîn û berxwedana gel garantiya yekitiya helwesta kurdî ye’

Endama KNK`ê ya Fatma Lekto anî ziman ku lidarxistina civîna Civata Giştî ya kongreyê gelekî girîng bû û got têkoşîn û berxwedana gel garantiya yekitiya helwesta kurdî ye.

‘Têkoşîn û berxwedana gel garantiya yekitiya helwesta kurdî ye’
12 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ-CAN ILÊWÎ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 6-7’ê Hezîranê 24`emîn civîna civata xwe ya giştî li bajarê Venlo yê Hollandayê li dar xist. Civîn bi beşdarbûna 300 endaman ji tevahiya Kurdistanê û derveyî wê hat lidarxistin.

Endama KNK`ê ya Rojava Fatma Elî Lekto têkildarî Civata Giştî ya 24’emîn kongreyê ji ajansa me re axivî.

Fatma Lekto di destpêka axaftina xwe de lidarxistina civînê girîng nirxand û wiha got: “Di şert û mercên ku niha Rojava û tevahiya Kurdistanê tê re derbas dibe lidarxistina Civata Giştî ya Kongreyê girîng bû. Gel û partiyên Kurd li hevdû civiyan û ji bo siberoja Kurdistanê û çareseriyên dîplomasî û siyasî ku bikeve bin xizmeta Kurdistanê nîqaş kirin.”

YEKITIYA HELWESTA KURDÎ

Fatma Lekto têkildarî naveroka civînê axivî û wiha got: “Di civînê de li ser yekitiya gelê Kurd nîqaş kirin. Ji bo pêşxistina xebatên siyasî, parastina neteweyên li Kurdistanê û avakirina komîteyên xizmeta civakê dikin gelek nêrîn hatin dayîn. Nameya Rêber Abdullah Ocalan ji bo civînê girîng bû. Divê em ji nameya Rêbertî fêm bikin ku bang li gelê Kurd dike ku hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe çêkin. Kongreyê Neteweyî ya Kurdistanê sîwana hemû partiyên siyasî yên Kurd in.”

Ji bo lidarxistina kongreyê neteweyî Fatma Lekto got: “Gelo aliyên siyasî ji bo lidarxistina kongreyê neteweyî amade ne. Her partiyeke xwesteke wê heye.”

CIVAK BINGEHÊ YEKITÎ YE

Fatma Lekto anî ziman ku berî civîna Civata Giştî ya kongreyê were lidarxistin wan serdana partiyên siyasî yên Kurd, rewşenbîr, saziyên sivîl kiriye û wiha pê de çû: “Partî bi tena xwe nikarin nûnertiya gelê Kurdistanê bikin. Divê civaka Kurd ji bo lidarxistina yekitiya neteweyî nêrînên xwe bide. Nakokiyên navbera partiyan li pêşiya lidarxistina kongreyê neteweyî dibe asteng. Divê partiyên siysî nakokiyên xwe bidin aliyekî û li gorî stratejiyên xizmeta tevahiya Kurdistanê dike, tevbigerin. Jin, rewşenbîr, kesayetên serbixwe û ciwan stratejiyên dem dirêj diyar bikin û garantiya mafên gelê Kurd bidin.”

Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî Fatma Lekto wiha axivî: “Gelê Kurd her tim aştiyê dixwaze. Lê belê li hemberî zilmê serê xwe natewîne. Eger Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve dê fêde bide tevahiya gelên herêmê.”

Endama KNK`ê Rojava Fatma Lekto di dawiyê de wiha got: “Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê û li cîhanê li hemberî êrîşên li ser Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Rojava bû xwedî yekhelwestî. Ciwanan berê xwe dan sînor da ku alîkarî bidin Rojava. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd garantiya yekitiya Kurdan dide. Divê civak baldar be û destûr nede ku hêzên derve êrîşî yekitiya neteweyî ya Kurd bikin.”

(np)

ANHA