Li Hevşaredarên Colemêrg û Dêrsimê Cezayê girtîgehê hate birîn

Cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku qeyûm li şûna wî hatî tayînkirin,  9 sal hatiye birîn. Her wiha bi îdîaya “endametiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak jî hate birîn.

Li Hevşaredarên Colemêrg û Dêrsimê Cezayê girtîgehê hate birîn
20 mijdar, 2024   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk di 3’yê Hezîranê de Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê girt û li şûna wî qeyûm tayîn kir.

Bi îdiayên “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz li Akiş hatibû vekirin.

Danişîna biryarê ya dozê îro li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Dadgehê bi giştî 9 sal cezayê girtîgehê da Akiş.

Her wiha di doza bi îdîaya “endametiya rêxistinê” de ya li hemberî Hevşaredarê Dersimê yê ji DEM Partiyê Cevdet Konak hatî destpêkirin, rûniştina biryardanê pêk hat.

Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredar Cevdet Konak birî.