Li Hesekê yekemîn Moxilgeha Lazerê hat vekirin

Saziya Pirkirina Tovan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca peydakirina tovên xwedî kalîteya paqij-bilind û zêdekirina hilbirînê, Moxilgeha Lazerê li Hesekê vekir.

12 îlon, 2025   11:58
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM-ZEYNEB ŞÊXO

Saziya Pirkirina Tovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Moxilgeha Lazerê di destpêka Hezîrana 2025ˊan de xist xizmetê. Ev moxilgeh di beşên giştî û taybet de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn e.

Ketina moxilgehê di xizmetê de weke gaveke kalîteyî di warê paqijkirina tovan de bi rêya alavên teknolojî ya lazerê de hat wesifkirin. Ji ber ku ew tovên çandiniyê yên xwedî kalîteyên bilind ji bo cotkarên peyman bi saziyê re danîne, dabîn dike.

TEKNOLOJIYEK NÛJEN DI XIZMETA ÇANDINIYÊ DE

Navenda Moxilgeha Lazerê ya ku li bajarê Hesekê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin xwe dispêre teknolojiya pêşketî ya li ser têklebûna di navbera lazer û kamereyên elektronîk de. Ji bo veqetandina qirêjî û tovên biyanî, wek ceh, şofan û hwd, tov di xetên moxilkirinê re derbas dibin.

Armanc ji vekirina vê navendê ew e ku tovên paqijtir û sinfên bilind derxin û li gorî pîvanên cîhanî bin.

ŞIYANA HILBERÎNÊ Û XEBATKARÊN PÎŞEYÎ

Girêdayî mijarê, serokê Navenda Moxilgeha Lazerê Hîşam Reşo diyar kir ku kapasîteya hilberînê ya rojane di navbera 50 heta 60 tonî de ye. Di navendê de nêzî 20 xebatkar ji rêveber, pîşesaz û karker dixebitin.

Reşo anî ziman ku ne tengê genim, moxilgeh dikare tevahî cureyên dexûldanan weke nîsk, nûk, kemûn û tevahî cureyên peqleyan, moxil bike..

QONAXÊN MOXILKIRINÊ:

Qonaxa yekemîn: Genim ji toz, axê, şerîtên naylon ên mezin û navîn tê paqijkirin.

Qonaxa duyemîn: Genim ji axa mayî tê paqijkirin, tovên giyayan, genimên ji ber çinînê şikestî ne tên rakirin.

Qonaxa sêyemîn: Genim ji tovên gilover, şikestî û şofanê, sinfên din weke cehê spî û reş û tovên dişibin genim tê paqijkirin.

Qonaxa çaremîn: Moxilkirin li ser esasê pîvana tovan pêk tê. Genim ji tovên sivik, tovên giyayan û yên biçûk tê paqijkirin.

Qonaxa pêncemîn: Genim ji her tiştên biyanî yên ji ber qonaxên berê mane tê paqijkirin, tovên genim ên kêrnehatî, şofan û ceh tên rakirin. Di dawiyê de digihîne tovên xwedî kalîteya bilind û paqijtir.

ARMANCA SEREKE

Hîşam Reşo diayr kir ku armanca sereke ji vekirina navendê ew e ku ji cotkaran re tovên başkirî û yên xwedî kalîteya bilind werin peydakirin. Ji ber ku ev yek wê di zêdekirina hilberînê li herêmê de bibe alîkar.

Reşo di dawiyê de destnîşan kir ku di çarçoveya plana pêşxksitina berfireh a beşa çandiniyê de wê di salên bê de pergala moxilkirina lazerî ya nûjen li ser tevahî navendên moxilkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bibe.

(fr)

ANHA