Li Hesekê û Reqayê 4 gumanbar hatin destgîrkirin

Li Hesekê 3 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir û li Reqayê jî kesekî ku pê re madeyên hişber hebûn, hatin destgîrkirin.

Li Hesekê û Reqayê 4 gumanbar hatin destgîrkirin
15 hezîran, 2025   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku li Hesekê piştî operasyoneke şopandinê û lêpirsîneke berfireh, 3 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatine destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniyê, 8,5 kg heşîş, 2880 hebên hişbir ên Biogablin, maskeke gazê ya leşkerî, û 4 bombeyên destan bi gumanbaran re hatine desteserkirin. Her wiha hat ezanîn ku gumanbar veguhastine Dozgeriya Giştî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke din jî da zanîn ku li Reqayê di 20’ê Gulanê de kesek destgîr kirine ku pê re 150 gram krîstal û nargîleyeke ji bo bikaranîn û kişandina madeyen hişber hebûne.

Kesê gumanbar piştî tedbîrên pêwîst, ji Dozgeriya Giştî hatiye veguhastin.