Li Hesekê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ehmed El Dexûl spartin axê û soza berdewamiya rêya şehîdan heta pêkanîna hemû armanc û daxwazên wan dubare kir.

Li Hesekê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Hesekê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Hesekê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Hesekê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Hesekê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Hesekê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
11 tebax, 2025   22:22
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê û endamên rêxistinên civaka sivîl ber bi goristana şehîd Dijwar ve herikîn û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Hisên El Dexûl (Serhed Hesake) bi merasîmekê veşartin.

Ehmed Hisên El Dexûl 8’ê Tebaxê di dema bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk de li herêma Dêr Hefir şehîd bû.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Heyas sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku ew ê li ser rêya şehîdan bin heta ku hemû hêvî û xeyalên wan pêk werin.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo axivî û diyar kir ku şehîd Ehmed dostekî wan yê giranbuha bû, wî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Reqa û Dêrazorê wêrekiya xwe nîşan da, heta ku li Dêra Hafirê li hember hovîtiya çeteyên dewleta dagirker a Tirkiyeyê şehîd bû.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Ehmed El Dexûlû hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin, her wiha cenazeyê şehîd di nav tilîlî û dirûşmeyên "Şehîd nemirin" de hate veşartin.

(ac)

ANHA