Li Hesekê Jîna Emînî di salvegera şehadeta xwe ya 3ˊyemîn de hate bibîranîn

Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Jîna Emînî di salvegera şehadeta wê ya 3'yemîn de bi bîr anî.

16 îlon, 2025   23:02
HESEKÊ

Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê der barê salvegera 3'yemîn a serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyekê li Parka Xwendinê ya bajêr çalakiyek li dar xist. 

Di serî de bi navê Yekitiya Rewşenbîran peyamek li ser nirxên berxwedana jinan û îradeya şehîd Jîna Emînî hat xwendin.

Piştre helbestvan Beşîra Derwîş bi zimanê Kurdî, helbestvan û nivîskar Kurdistan Yûsif bi zimanê Erebî, helbestvan Anahîta Sîno bi zimanê Kurdî û helbestvan Bêrîvan Amûdê bi zimanê Kurdî helbest xwendin.

Çîrokbêj Fatme Ehmed jî çîrokek bi zimanê Kurdî û nivîskar Kewser Mardînî kurteçîrokek bi zimanê Erebî xwend.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 16'ê Îlona 2022'yan de jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê "Polîsên Exlaqê" yên rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Di encama vê bûyerê de serhildanek bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir.

(mh)

ANHA