Nexşerêya `çareserkirina aloziya Siwêdayê` lê bê nûnerên parêzgehê

Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şîbanî di mijara Siwêydayê de planeke ku ji aliyê Washington û Emmanê ve tê piştgirîkirin, ragihand.

Nexşerêya `çareserkirina aloziya Siwêdayê` lê bê nûnerên parêzgehê
16 îlon, 2025   23:00
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Şîbanî plana ji aliyê Washington û Ammanê ve tê piştgirîkirin a ji bo "avakirina aştiyê" ya li parêzgeha Siwêydayê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne, ragihand.

Şîbanî got, "Nexşerêyeke me ya zelal heye" û da zanîn ku ev plan gavên wekî "darizandina kesên berpirsiyarê êrîşên li ser sivîlan", "tezmînkirina mexdûran" û "pêvajoyek lihevhatina navxweyî were destpêkirin" di nava xwe de dihewîne.

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî û nûnerê taybet ê DYE’yê Tom Barrack, bi Şeybanî re beşdarî civîna çapemeniyê bûn û ragihandin ku ji bo çavêrîkirina planê wê "mekanîzmayeke hevbeş a Sûriye-Urdun-Amerîka" were damezrandin.

Rayedarên Şamê daxuyandin ku ji bo kêmkirina aloziyan piştî pevçûnên kujer ên di Tîrmehê de li başûrê bajarê Siwêydayê qewimîn, pozîsyona "serokê ewlehiya navxweyî" hatiye damezrandin û ev pozîsyon dane rêberê Durzî yê xwecihî.

Televîzyona dewletê ya ku girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ye, xwe dispêre çavkaniyek ji Wezareta Karên Hundir ragihand ku Silêman Ebdulbakî li bajarê Swêdayê ya ku di bin kontrola şervanên Durzî de ye, wekî rêveberê ewlehiyê hatiye tayînkirin û hêzên Şamê deverên derdorê kontrol dikin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di tundûtûjiyê de zêdetirî 2 hezar kes hatine qetilkirin û 789 ji wan sivîlên Durzî yên "ji aliyê endamên Wezareta Parastin û Karên Hundir ve bêdaraz hatine qetilkirin”.

SOHR’ê daxuyand ku ji 14’ê Tîrmehê destpêka tundûtûjiyê û heta niha103 jê jin bi tavhî 516 Durzî li Siwêydayê hatine revandin.

Yek ji rêberên ruhanî yên pêşeng ên Durzî yên Sûriyeyê Hîkmet el-Hicrî meha borîji bo Siwêydayê daxwaza avakirina herêmeke "cuda" kiribû û Îsraîl jî daxwaza parastinê herêmê ragihandibû.