Li Hesekê rojnamevanan li dijî dorpêçkirina Siweydayê çalakî li dar xist

Çalakvan, rojnamavan û rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Hesekê ji bo piştgiriya xelkê parêzgeha Siwêdayê û şermezarkirina dorpêça li ser parêzgehê, çalakiyeke protestoyî li dar xist.

27 tîrmeh, 2025   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojamevanên bajarê Hesekê, li gel çalakvan û rêxistinên civaka sivîl, li çerxerêya Dêra Asûrî ya li taxa Til Hecer xwepêşandanek li dar xist. Çalakvanan, piştgiriya xelkê Siwêdayê kirin. 

Her wiha dirûşmên ku bang li civaka navneteweyî dikin ji bo ku korîdoreke mirovî di navbera Hesekê û Siwêdayê de vekin berz kirin. 

Di çalakiyê de çalakvanê sivîl Diya El Ebdullah a ji bajarê Siwêdayê, destnîşan kir ku şêniyên Siwêdayê 14 sal e qadên şer terk nekirine. Diya meydana Dêra Asûrî li Hesekê bi meydana rûmetê li Siwêdayê şibihand.

Diya El Ebdullah destnîşan kir ku gundê wî ji aliyê endamên qaşo "Ewlekariya Giştî" yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye şewitandin û koçberkirin.

Diya Ebdulah di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku korîdorên ewle ber bi bajarê Swêdayê ve vekin.

Çalakî bi dirûşmên şermezarkirina komkujiyên li dijî gelê Siwêdayê û ji nû ve banga şikandina dorpêçê û vekirina korîdorek mirovî ji bo rizgarkirina kesên mayî, bi dawî bû.

(ac/şx)

ANHA