Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo

Bi boneya salvegera 9' emîn a teqîna Qamişloyê ya li kolana Amûdê pêk hatî, îro xelkê bajêr ji bo şehîdan mûm pêxistin.

Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
Salvegera 9' emîn a teqîna Qamişlo
27 tîrmeh, 2025   23:21
QAMIŞLO

Îro 9`emîn salvegera teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ye. Roja 27`ê Tîrmeha 2016`an li kolana Amûdê, çeteyên DAIŞ' ê kamyoneke bombebarkirî teqand û di encama teqînê de 62 welatî şehîd bûn û 177 kes jî birîndar bûn. Bi vê boneyê xelkê bajarê Qamişloyê li kolana Amûdê ji bo bîranîna şehîdên teqînê mûm pêxistin.

Bi dehan şêniyên bajêr, Saziya Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) amade bûn.

Kolan bi wêneyê şehîdan hate xemlandin û li ber wan mûm hatin pêxistin.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Ubêd Etê axivî û wiha got: "Em hemû şehîdên ku di riya azadiya civakê, ji bo mirovatiyê şer kirine de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Rojeke giran û êrisekî hovane hat serê bajarê Qamişloyê ku yê herî aram û ewle ye. Lê çeteyan li hember vê rastiyê xwe ranegirt û ew êrişa hovane û tirsonek pêk anî."

Piştre li ser navê PYD`ê Leyla Mûran wiha axivî: "Em bejna xwe li hemberî  hemû şehîdên ku bûne qurbaniya vê teqînê ditewînin û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin.”

Leyla wiha berdewan kir: “Em îro li virin ku hemû zarok, ciwan û dayîkên ku di vê teqînê de şehîd bûne  bi bîr bîbinin, ew sax in û tu carî namir in her tim di dilê me de dijîn."

Çalakî bi slogana "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA