Wezareta Tenduristsiyê ya Hemasê: Derziyên ji bo zarokan qediyane

Şerê li Xezeyê dewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hişyarî da ku derziyên ji bo zarokan qediyane. Ev yek wê bandoreke giran li kesên li kampan dimîne bike.

Wezareta Tenduristsiyê ya Hemasê: Derziyên ji bo zarokan qediyane
13 kanûn, 2023   16:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

 Şerê nû ku bi êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ya li ser xaka Îsraîlê destpê kir, di roja 68’an de ye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêkirina şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 115 leşkerên wan hatine kuştin.

Roja Sêşemê li bakurê Şerîda Xezeyê di şer de 10 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin ku ji destpêkirina operasyona bejahî û vir ve derba herî giran bû ku li artêşa Îsraîlê ket.

Hîzbûllah a Lubnanê diyar kir ku li Kefar Kîla ya li başûrê Lubnanê yek ji leşkerekî wan hatiye kuştin. Li gorî medya Lubnanê ji destpêka şer û vir ve hejmara kesên ji partiya Şîa hatine kuştin 101 kes derbas kiriye.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê li Xezeyê ji bo ‘agirbesta mirovî ya lezgîn’ bang kir. Biryara ku ne ferzkirî ye bi 153 dengan li hemberî 10 dengên dijber û 23 dengên bêalî hate qebûlkirin. Di vê metnê de Hamas nehate şermezarkirin. Vê rewşê DYE û Îsraîl matmayî hişt.

Li gorî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereb Ahmed Abul Gheît, piraniya piştevanên biryarê helwetsa rastî ya raya giştî ya navneteweyî ya fermî nîşan dide.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Sêşemê ragihand ku di bombardûmana Îsraîlê de jin û zarokên kêm 18 salî jî di nav de heta niha 18 hezar û 412 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê hişyarî da ku derziyên ji bo zarokan ‘qediya’ ne. Ev yek wê bandoreke giran li kesên li kampan dimîne bike.

Li Şerîda Xezeyê ku nifûsa xwe 2.4 milyon mirov e û ji sedî 85 ê nifûsê ji 7’ê Cotmehê û vir ve gelek caran ji cih û warê xwe bûye, ji ber bombardûmanê taxên herêmê bi temamî hilweşiyane.

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) hejmara mirovên di binê enqazan de winda ne gelekî zêde ye.