‘Têkoşîna ciwanan bingeha Sûriyeyeke pirreng û nenavendî ye’

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê diyar kir ku di 15 salên şoreşa Sûriyeyê de rola jin û ciwanan di asta sereke de ye û diyar kir ku têkoşîna ciwanan bingeha Sûriyeyeke pirreng û nenavendî ye.

‘Têkoşîna ciwanan bingeha Sûriyeyeke pirreng û nenavendî ye’
12 cotmeh, 2025   09:02
HESEKÊ
BAZ MORDEM

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Soryaz Simo anî ziman ku ew 14 sal e bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re mezin bûne û destnîşan kir ku lazim e di siberoja Sûriyeyê de rola herî mezin a ciwanan be.

Soryaz Simo bal kişand ser polîtîkayên hikumeta veguhêz a li Şamê û destnîşan kir ku hikumeta heyî ne mafê jinan û ne jî mafên ciwanan nas dike û got: “Ji ber ku di şoreşa Sûriyeyê de rola ciwanan di asteke sereke de bû, pêwîste di Sûriyeyê de, heta di Rojhilata Navîn de rola sereke ya jinan û ciwanan be.”

Soryaz Simo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jin û ciwanan û diyar kir ku ji bo ku jin û ciwan pêşengiya şoreşê bikin lazim e xwedî li nasnameya xwe derkevin û li ser esasê fikirên Rêber Abdullah Ocalan bi şîara “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin” xwe perwerde bikin û rola xwe ya pêşengiyê bilîzin.

‘AZADIYA RÊBER APO JI BO ME XETA SOR E’

Soryaz Simo wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Azadiya Rêber Apo ji bo me xeta sor e, em ê xwe li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin û hîn bêhtir xwe bi perwerde bikin, ji ber ku fikrekî azad û civakeke azad li ser rol û mîsyonê ciwanan e.”

Endamê Rêveberiya Ofîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirbespiyê Reed Hiseyn anî ziman ku di Sûriyeya nû de ew dixwazin dengê ciwanan bilind bikin û diyar kir ku têkoşîna ciwanan bingehê Sûriyeyeke pirreng û ya nenavendî ye.

‘EM Ê BI BIRÊXISTINKIRINA PÊKHATEYAN SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Reed Hiseyn da zanîn ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê kedeke mezin a ciwanan heye û diyar kir ku bi birêxistinkirin û dan û standina hemû pêkhateyan ew ê Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bikin.

Hevseroka Meclisa Ciwanên PYD’ê Şeza Hiseyn jî da zanîn ku di asta Suriyeyê de rola ku dikevê ser milê jin û ciwanan hîna tam nehatiye pêkanîn û diyar kir ku bi perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ku wateyeke girîng li jin û ciwanan bar kiriye, lazim e di destûra Sûriyeyê de jî roleke girîng a jin û ciwanan hebe.

ANHA