Siyasetmedarên Reqayê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin

Çalakger û siyasetmedarên li kantona Reqayê komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo sekinandina van komkujiyan zextê li dewleta Tirk bikin.

Siyasetmedarên Reqayê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin
Siyasetmedarên Reqayê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin
Siyasetmedarên Reqayê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin
Siyasetmedarên Reqayê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin
6 sibat, 2025   06:00
REQA
DÎME MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe fireh kirine, nexasim jî bi balafirên şer û bêmirov gelek bajar û bajarokên kantonên herêmê bombebaran dike û di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn û birîndar bûn.

Çalakgerê siyasî Şewax El Elî yê ji Reqayê li ser mijarê got armanca yekemîn a berfirehkirina êrişên leşkerî derbekirina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên gelê herêmê ye.

El Elî diyar kir ku hedefgirtina projeya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat dike ku rejîmên desthilat ji projeya demokratîk ditirsin ku li her derê belav bibe.

El Elî anî ziman ku projeya Rêveberiya Xweser di salên borî de, tevî êrişên li dijî wê û derfetên kêm, serkeftina xwe îsbat kir.

Her wiha endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed Derwêş jî bang li hêzên navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û NYˋyê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û rola xwe ya aktîv a rawestandina êrişên bênavber pêk bînin.

Derwêş destnîşan kir ku alava şer a leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di radeya yekemîn de sivîlan armanc dike û li kêlek wê jî avahiyên xizmetguzariyê hedef digire.

Li aliyekî din jî endamê Kongreya Îslama Demokratîk Subhî Şiyar got bi saya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Bendava Tişrînê veguherî bendava şehîdan û berxwedanê.

Şiyar diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide aloziya heyî ya li Sûriyeyê firset bigire ku destkeftiyên siyasî û erdnîgarî li ser erdê pêk bîne.

Şiyar di dawiyê de an ziman ku komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine nîşan didin ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên leşkerî de tu cudahiyê naxiyê û bi wê yek li dijî şêniyên herêmê şerekî qirkirinê dide meşandin.

(fr)

ANHA