Li Hesekê Firina Xabûr hat vekirin

Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Firina Xabûr li bajarê Hesekê vekir. Firin dê di saetê de nêzî 20 hezar nan hilberîne. Bi vê gave dê nêzî 60 derfetên kar peyda bibin.

Li Hesekê Firina Xabûr hat vekirin
Li Hesekê Firina Xabûr hat vekirin
Li Hesekê Firina Xabûr hat vekirin
Li Hesekê Firina Xabûr hat vekirin
Li Hesekê Firina Xabûr hat vekirin
Li Hesekê Firina Xabûr hat vekirin
9 mijdar, 2023   15:01
HESEKÊ

Vekirina firinê di çarçoveya projeyên xizmetkirina gel ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tê. Firin li taxa Mişêrfê ya Hesekê hat vekirin, dê di saetê de nêzî 20 hezar nan hilberîne, her wiha dê nêzî 60 derfetên kar peyda bike.

Merasîma vekirina firinê ku kesayetên ji bajêr, nûnerên desteyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê jî beşdarê bûn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Cîgira Hevserokatiya Desteya Aboriyê Medya Osî axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Medyayê got: “Ji destpêka îsal ve Desteya Aboriyê peydakirina nan û başkirina kalîteya wê xistiye plansaziya xwe. Vekirina Firina Xabûr di van şert û mercên zehmet ên li herêmê de destkeftiyeke mezin e. Dijminê me her tim bi qûta me şerê me dike.”

Hevserokê Komîteya Firinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kedîm Îdan jî wiha axivî: “Zêdetirî 10 sal in em di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Nexasim di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker saziyên aboriyê û binesazî hedef girt, vê yekê zirarek mezin da herêmê, her wiha gelek firinên li herêmê ji xizmetê derketin. Lê belê çi dibe bila bibe jî, em ê xizmetkirina gelê xwe berdewam bikin.”

Îdan bal kişand ku pêwîstiya kantona Hesekê ji kantonên din zêdetir bi nan heye, ji ber ku gelek koçber lê dimînin û got: “Ji lew re me bi hevkariya şîrketa New Way firina Xabûr vekir. Firin dê di saetê de nêzî 20 hezar nan hilberîne, her wiha dê zêdetirî 57 derfetên kar li bajêr peyda bike.”

Hevserokê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Şewqî jî got: “Em her tim hewl didin pirsgirêkên nan çareser bikin, em ê her tim li ser peydakirina vê madeyê, başkirina kalîteya wê û sivikkirina barên şêniyan bixebitin.”

Rêveberê Şîrketa New Way Kadar Şêxî jî ji ber xizmetkirina şêniyan spasiya Rêveberiya Xweser û saziyên wê kir û got: “Bi saya xebatê hevpar me encameke mezin ku dikeve xizmeta gel (vekirina firinê) bi dest xist.”

Piştre deriyê firinê ji aliyê dayika şehîd Hemze Tolhildan, Necah Dawûd ve hat vekirin.

ANHA