Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendeke mamografiyê ya taybet bi tespîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê li Reqayê vekir.

Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin
Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin
Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin
Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin
Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin
Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin
Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin
Li Reqayê navendeke mamografiyê hate vekirin
9 mijdar, 2023   14:10
REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê navenda mamografiyê li nexweşxaneya jidayîkbûnê ya Reqayê vekir. Bi dehan jinên Reqayê, berpirs û karmendên navendê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li merasîma vekirinê bûn.

Di merasîmê de endama Akademiya Tenduristiyê Xîtam El Icêl axivî û got: “Di meha borî de, çalakiyên hişyarîkirina ji penceşêra pêsîrê li seranserî cîhanê dest pê kir. Ew jî însiyatîfeke ji bo ku ji vê bêtir girîngiyên bidin vê nexweşiyê û rêbazên xweparastinê jê.”

Her wiha hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hemîde El Mihemed jî axivî û îşaret bi girîngiya amûrê û erkên wê kir.

Hemîde wiha domand: “Ev navend, taybet a tespîtkirina zû ya penceşêrê pêsîran e. Ev amûr berî sê salan, nîşaneyên nexweşiyê tespît dike. Ev jî gelek baş ji bo ku bilez were dermankirin û veneguhere penceşêrê.”

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî vekirina navendê li jinan pîroz kir û got: “Ev berhema pêşketina bajêr piştî rizgarkirinê ye.”

Navend ji aliyê Hêvîn Îsmaîl û dayîka şehîd Îbrahîm Îsmaîl El Şihab ve hate vekirin.

(şx)

ANHA