Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in

Xebata paqijiyê ya Şaredariya Bajarê Hesekê, meclis û komînan 3 roj in dewam dike. Bang li welatiyan hate kirin ku ji bo parastina paqijiya bajêr çopê bavêjin cihê ku jê re hatiye destnîşankirin.

Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in
Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in
Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in
Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in
Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in
Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in
Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in
Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in
Li Hesekê ev 3 roj in xebatê paqijyê didom in
1 tîrmeh, 2026   13:17
HESEKÊ

Şaredariya Bajarê Hesekê bi hevkariya meclis û komînan, di çarçoveya başkirina rewşa xizmetguzariyê û bersivdayîn gazincên şêniyan, parastina paqijiya bajêr, di roja 3`yan de xebatên paqijiyê didomînin. 

Xebatê paqijiyê ji taxa Til Hecer dest pê kir, paşê derbasî taxa El Nasira û Mişêrifê bû. Aliyê peywendîdar bêyî ku roja dawîkirina xebatê diyar bike, da zanîn ku dê xebat heta paqijkirina hemû taxan berdewam bike.

Derbarê mijarê de Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo destnîşan kir ku ew bi armanca pêşxistina rewşa jîngehîn û xizmetguzariyê, her wiha bi vê xebata ku saziyên bajêr, meclis û komîn cihê xwe tê de digire, dixwazin piştgiriyê didin kedkarên paqijiyê yê şaredariyê bikin.

Farûq Tozo da zanîn ku armanca sereke ji vê xebatê parastina rewşa paqijiyê ya bajêr e. Li kêlek vê yekê bilindkirina hişmendiya civakê ya girêdayî girîngiya paqijiya giştî ye.

Tozo diyar kir ku ew dixwazin çanda parastina jîngehê li hemû tax û kolanan pêşbixin, hevkariya şêniyan jî fakturê bingehîne ji bo serketina xebatên şaredariyê.

Farûq Tozo destnîşan kir ku paqijiya bajar berpirsyartiyeke hevbeş a di navbera şaredarî û welatiyan de ye û bang li welatiyan kir ku bi şaredariyê re alîkar bin û çopê deynin cihê ku jê re taybet hatiye çêkirin.

(sb)

ANHA