Êrişên li ser Xezayê: Herî kêm 6 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de yek jê jin bi kêmanî 6 kes hatin kuştin.

Êrişên li ser Xezayê: Herî kêm 6 kes hatin kuştin
25 tebax, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji Navenda Tenduristiyê ya Şîfa wergirtiye ragihand ku di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li herêma Kerama ya bakurê rojavayê bajarê Xezayê ya li dijî avahiyekê de bi kêmanî 2 kes hatine kuştin û hin kes birîndar bûne.

Hate ragihandin ku li herêma Mewasî ya bajarê Xan Yûnsê ya başûrê Xezayê kampek koçberan hatiye bombebarankirin, di encama bombebaranê de jinek hat qetilkirin û 7 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li devera Dêr Belehê ya naverasta Xezayê jî tîma alîkariyê hat hedefkirin, di encamê de 3 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Hate zanîn li artêşa Îsraîlê li herêmên Zerqa û Cibalaya Nezle ya bakurê Xezayê û li taxa Zeytûn a başûrê rojhilatê Xezayê jî gelek malên welatiyan rûxandin.

(bb)