Li Hesekê bersiveke lezgîn ji bo zirarên lehiyan

Aliyên mirovî û alîkariyê li Parêzgeha Hesekê di bin çavdêrî û rêberiya Parêzgar Nûredîn Ehmed û bi hevrêziya rayedarên peywendîdar û rêxistinên alîkariyê de dest bi pêkanîna planeke berfireh a awarte kirine da ku bersivê bidin encamên lehiyan.

Li Hesekê bersiveke lezgîn ji bo zirarên lehiyan
27 adar, 2026   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rûpela "Nivîsgeha Çapemeniyê ya Parêzgeha Hesekê", Rêveberiya Karûbarên Civakî û Kar, Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan, rêxistinên navneteweyî, komeleyên herêmî, çalakvan, meclisên xwecihî û komînên di kamp û stargehan de, bi hevkariya Wezareta Karûbarên Civakî û Kar û Wezareta Rêveberiya Awarte û Karesatan tev li xebatên alîkariya mexdûrên lehiyan bûn.

Di çarçoveya tedbîrên meydanî de, Parêzgarê Hesekê bi şevê li taxên zirar pê bûne gerên meydanî dikir û roja din li taxa Xiwêran, ku yek ji deverên herî zêde bandor lehiyê lê bûye, çavdêriya belavkirina alîkariya lezgîn kir. Zirarên li taxên Hesekê, kampên Koçberên Serêkaniyê, taxa Cimaya ya Qamişloyê bûne hatin nirxandin.

Li deverên Dêrik, Til Hemîs, Til Birak, gundewarê Til Temir, Erîşa û Şedadê, ji bo destnîşankirina zirarên bi xaniyên ji kerpîçên heriyê û debara çandinî û ajalan bûne dewam dikin.

Li taxa El Merîdiyan stargehek hat vekirin da ku malbatên ku malên xwe xerab bûne werin bicihkirin û navendek din bi qasî 150 malbatan bihewîne hat amadekirin.

Çend rêxistinên mirovî, di nav de Heyva Sor a Sûriyê û Heyva Sor a Kurd, digel komele û saziyên olî, gelek awayên alîkariyê pêşkêş kirine, weke betanî, xwarin û xizmetên tenduristiyê. Li kêlek wê jî malbatên di belavkirinê de ne amade bûn hatin tomarkirin.

Têkildarî hevakariya navneteweyî, civîn bi rêxistinên navneteweyî re li Nivîsgeha Parêzgarê Hesekê û Nivîsgeha UNICEFˊê ya li Qamişloyê hatin lidarxistin. Armanc ji civînan di piştgiriya mexdûran de gavên bilez biavêjin.

Komîteya Rêvebiriya Awarte û Karesatan li gelek cihan, di nav de Pira El Bêrûtî, qada bazara sebzeyan û hin beşên taxa El Neşwa, xebatên endazyariyê pêk anîn. Li ser avakirina satirên axî li taxên zirardîtî lihevkirinek hat kirin, lê ji ber bilindbûna rêjeya avê bicihanîna hatiye paşxistin.

Rayedaran diyar kir ku zirar pir mezin e, bi piranî madî ye û destnîşan kir ku windahiyên mirovî bi piranî ji ber xemsariyê ne, nemaze xeniqîna zarokan. Rayedaran bang li şêniyan kir ku baldar bin, çavdêriyê li zarokên xwe, ji deverên xeternak û avahiyên ku di xetereya hilweşînê de ne dûr bixin.

Ji bo malbatên ku xaniyên wan xerab bûne re xeta germ (0936512250) hatiye damezrandin. Parêzgeha Hesekê destnîşan kir ku tîma bersivdayîna awarte di rewşa amadebaşiyê de ye, û girîngî da hevkariya welatiyan da ku ev krîz bi windahiyên herî kêm were derbaskirin.

(fr)