Almanya bang li Îranê kir ku bi Washingtonê re danûstandinên cidî bike

Wezîrê Derve yê Almanyayê bang li Îranê kir ku bi DYAˊyê re bikeve danûstandinên "cidî".

Almanya bang li Îranê kir ku bi Washingtonê re danûstandinên cidî bike
27 adar, 2026   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Almanyayê Johannes Wadephul bang li Îranê kir ku bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re danûstandinên "cidî" bike.

Wadephul piştî hevdîtina xwe ya li Fransayê bi hempîşeyên xwe yên G7 re, di nav de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, got, "Ji aqilmendiyê ye ku rêjîma Îranê danûstandinan bi DYA re bike."

(ac/fr)

ANHA