Li Hesekê 4 gumanbar hatin destgîrkirin

YPJ’ê da zanîn ku li Hesekê 4 kesên ku çek pê re bûn, ji aliyê tîmên wan ên taybet ve hatine destgîrkirin.

Li Hesekê 4 gumanbar hatin destgîrkirin
20 sibat, 2025   15:04
HESEKÊ

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê daxuyand ku 18’ê Sibatê 4 kesên gumanbar destgîr kirine.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hate gotin: “Li bajarê Hesekê 4 çekdarên gumanbar ji aliyê tîmên taybet ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve bi operasyoneke taybet hatin girtin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Yekîneyên me di çarçoveya lêkolîn û agahiyan de 18’ê Sibatê saet 10’ê şevê li Çerxerêya Îtfaiyeyê ya bajarê Hesekê operasyonek taybet li dar xist û di encamê de 4 kesên çekdar ku hate şikkirin ku dê aramiya herêmê xirab bikin, destgîr kirin. Di heman demê de di encama çalakiyê de 5 çekên AK-47 jî hatin desteserkirin. Lêpirsîna berfireh a têkildarî kesên destgîrkirî didome.”