Li Dêrikê komxebata zimanê dayikê û piştgiriya QSD’ê

Yekitiya Rewşenbîran û Yekitiya Mamosteyan ên bajarê Dêrikê bi boneya Roja Zimanê Dayikê û ji bo piştgiriya bi QSD’ê re, komxebateke çandî û hunerî li dar xist.

Li Dêrikê komxebata zimanê dayikê û piştgiriya QSD’ê
Li Dêrikê komxebata zimanê dayikê û piştgiriya QSD’ê
Li Dêrikê komxebata zimanê dayikê û piştgiriya QSD’ê
Li Dêrikê komxebata zimanê dayikê û piştgiriya QSD’ê
20 sibat, 2025   14:43
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê û Yekitiya Mamosteyan a Dêrikê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê û bi armanca nîşandana piştevaniya bi QSD’ê re, komxebatek li dar xist. Komxebat bi amadebûna bi sedan rewşenbîr, helbestvan û mamosteyên ji Dêrik û Girkê Legê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li Dêrikê hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Kantona Cizîrê Ebdulezîz Hesen axivî û li ser girîngiya zimanê dayikê got: "Parastina zimanê dayikê parastina civakên me ji înkarê ye.”

Ebdulezîz Hesen banga piştgiriya QSD’ê û berxwedana Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir.

Bi navê komîteya komxebatê endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Mehmûd Ebdo jî diyar kir ku ji bo parastina zimanê dayikê divê çalakî werin zêdekirin û piştevaniya manewî bi QSD’ê re were kirin.

Di komxebatê de helbest hatin xwendin, stran hatin gotin û mijarên li ser zimanê dayikê û berxwedana QSD’ê hatin nîqaşkirin.

(bb)

ANHA