YRJ’yê gefên li ser nûçegihana NÛJINHA’yê şermezar kirin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) gefên li ser nûçegihana NÛJINHA’yê şermezar kirin û xwest rojnamevan ji gef û tundiyê bên parastin.

YRJ’yê gefên li ser nûçegihana NÛJINHA’yê şermezar kirin
20 sibat, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên nenas gef li nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jin (NÛJINHA) Şexaf El Omar a li Helebê xwarin û îşkence li jinên ku berê ji ajansê re axivîne, kirin. 

Der barê mijarê de Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyeyê bi taybet, piraniya dezgehên ragihandinê bûne esîrên hêzên serdest. Hate gotin: "Li aliyekî din hin kes hene hewl didin dengê ragihandina azad ên ku êş, azar û hêviyên gelan radigihînin bibirin û gefa kuştinê li xebatkarên wan dixwin. Gefên li ser nûçegihana NÛJINA’yê ya Helebê ya ku rewşa jinan dişopîne, îsbata vê yekê ye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gefên li ser nûçegihana NÛJINHA’yê, gefa li ser dengê heqîqetê û rastiyê ye, di heman demê de hewldaneke ji bo tirsandina tevahî jinên sûriyeyî ye.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanan hate kirin û wiha hate gotin: "Li Sûriyeyê qada çapemeniyê bi kêşe, gefên mezin û tirsandinê rû bi rû ye. Xîtabata nefret û êrişên rasterast ên li ser rojnamevan û xebatkarên qada ragihandinê jî zêdetir bûne."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku nûçegihana ajansa me ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan dema berxwedana li Bendava Tişrînê dişopand, 19’ê Kanûna 2024’an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi balafirên bêmirov hatin şehîdxistin û hate diyarkirin ku êrişên niha li ser Bendava Tişrînê jî diyar dikin ku xetere li ser jiyana rojnamevanan heye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî madeya 19’an a Peyamana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî yên Parastina Azadiyê Derbirînê, qetilkirin û gefên qetilkirina rojnamevanan sûc in.

YRJ’ê sûc û gefên li dijî rojnamevanan şermezar kirin û xwest peyamana navneteweyî ya taybet bi parastina rojnamevanan a hêsakirina karên wan akîf bikin.

(bb)