Li Hesekê 3 çeteyên DAIŞˊê hatin girtin

QSDˊê ragihand ku hêzên wan li bajarê Hesekê di operasyona serdegirtina şaneyên DAIŞˊê de 3 çete girtin.

Li Hesekê 3 çeteyên DAIŞˊê hatin girtin
30 ÇILE, 2026   00:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku "Şaneyên girêdayî rêxistina DAIŞˊê ya terorîst vê êvarê li taxên Xiwêran û Neşwa yên Hesekê bi çekên navîn û sivik êrişeke çekdarî li dijî hêzên me pêk anîn. Hêzên me li dijî wan operasyonek pêk anî, di encamê de 3 çete hatin girtin.

Em bang li gelê xwe dikin, pabendî talîmatên selametiyê bin, agahiyên der barê tu tevgerên biguman de bidin. Em hewlên xwe yên parastina ewlehî û aramiyê li herêmê dewam dikin."

(fr)