Li Lubnanê fikarên têkildarî şerekî giştî

Di Remezana îsal de lubnanî di nava fikar û xofê de ne û ji ber bihabûnê nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bikirin. Îhtîmala rûdana şerekî giştî li Lubnanê jî fikara lubnaniyan zêdetir dike.

Li Lubnanê fikarên têkildarî şerekî giştî
16 adar, 2024   07:07
BEYRÛT
RANIYA EL UBEYD

Remezan hat û bi xwe re zehmetiyên jiyanî, ewlehî û civakî anîn. Şerên li herêmê û şerê Xezayê û bandorên wê li ser ewlehiya kesan û îstiqrara jiyana wan, jiyan li gelek malbatan herimand ku mecbûr man ji herêmên şer reviyan. Li şûna ku xwarinên taybet ên vê mehê amade bikin û cilên nû bikirin, li cihên ewletir û biîstiqrar digerin.

Li Xezayê jî Remezan bi xwîn, êş û wêraniyê re dibore. Şênî di navbera mirin û jiyanê de ne. Di nava kavilan de firseteke jiyanê ya nû dibînin û hêvî dikin ku şer raweste û aştî li welatê wan vegere.

REMEZAN LI LUBNANÊ DI NAVA ALOZIYÊN JIYANÎ Û TIRSA ŞEREKÎ GIŞTÎ DE HAT

Lubnanî rû bi rûyî aloziyên siyasî, jiyanî, aborî û ewlehiyê ne. Di encama enflasyona zêde de û kêmbûna karîna kirînê ya welatiyan, lubnanî bi zehmetî madeyên xwarinê û yên bingehîn peyda dikin.

Ji 2019`an ve li Lubnanê aloziyeke aborî heye ku mîna wê çênebûye. Di encamê de nirxê pereyê neteweyî li hember dolar daket ku berê hezar û 500 lîre bû, niha bûye 90 hezar lîre. Tevî wê jî, di asoyan de tu çareserî xuya nake.

Li gorî Wezareta Aboriyê buhayê sebzeyan bi rêjeya ji sedî 2, fêkî ji sedî 6, beqliyat ji sedî 5 zêde bûye.

Di encama şerê Xezayê de rageşî di navbera Hizbullaha Lubnanî û Îsraîlê de li başûrê Lubnanê, zêde bû.

Li gorî daneyên dawîn ji Cotmeha 2023`yan ve, zêdetirî 90 hezar kes ji başûrê Lubnanê koçberî bajarên wekî Sûr, Beyrût û herêmên din ên çiyayî bûne.

Gefên Îsraîlê yên rojane li dijî Lubnanê gelek pirsan di serê welatiyan de çêdikin, wekî "gelo Remezan dê çi ji me re bîne? Em ê çawa derbas bikin? Em ê ji birçînan bimirin an na? Yan bi şer bimirin? Dewleta me li ku ye? Em çawa cejnê pîroz bikin û xelkê me li Xezayê di malên xwe de di encama şer de dimirin?"

Welatî bi fikar û xof in ku li milekî ji ber bihabûnê nikarin pêdiviyên bingehîn bikirin û li milekî din bi fikar in ku şerekî giştî li Lubnanê rû bide.

Lê belê nirxên hevgirtina civakî li Lubnanê hîna berdewam in; her kes, sazî û komeleyên xêrxwaziyê hewl didin alîkariya xizan û feqîran bikin û alîkariyên madî û xwarinê ji wan re pêşkêş bikin.

(şx)