Li herêmên hikumeta Şamê 12 kes hatin revandin

Li Hums, Siwêda, Tertûs û Derayê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de 5 jê jin, 12 kes hatin revandin.

Li herêmên hikumeta Şamê 12 kes hatin revandin
26 tebax, 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka meha Tebaxê ve li Humis, Siwêda, Tertûs û Derayê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ne, 5 jê jin, 12 kes hatine revandin.

Li gorî SOHR’ê, 3 kesên revandî beramberî 90 hezar dolarî hatine berdan.

SOHR’ê der barê kesên revandî de jî ev agahî dan: "Li Humisê 5 jê jin, 8 kes hatin revandin. Li Siwêdayê bijîşkek, li Tertûsê zarokeke keçîn û li Derayê 2 kes hatin revandin."

(bb)