Rojnamevanên Iraqê: Êrişa li dijî rojnamevanan encama lihevkirina Iraq û Tirkiye ye

Rojnamevanên Iraqê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî rojnamevanên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, şermezar kirin û gotin: “Dewleta Tirk ji bo hedefgirtina sivîl û rojnamevanan sûd ji bêdengiya hikûmeta Iraqê werdigre.

Rojnamevanên Iraqê: Êrişa li dijî rojnamevanan encama lihevkirina Iraq û Tirkiye ye
26 tebax, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmarek rojnamevanên Iraqê di derbarê êrîşên dewlata Tirk a dagirker ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd de daxuyaniyek hevbeş dan û êriş şermezar kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de tê gotin ku carek din dewleta Tirk li Silêmaniyê wesayîtek ya rojnamevanan bombebaran kir, di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û rojnamevanek jî birîndar bû.

Di dewama daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev êrişên dewleta Tirk guh nedana hemû peyman û yasayên navdewletî ne ku mafên azadî û selametiya rojnamevanan diparêzin.

Daxuyanî wiha dom dike: “Em dibînin ku dewleta Tirk girêdayî tu pîvanên navdewletî, mirovî, parastina sivîl û rojnamevanan namîne. Berovajî hempîşeyên me hedef digre. Ji ber ku ew rojnamevan rastiya kiryarên dewleta Tirk ên li Iraqê eşkere dikirin.

Pêwîste hemû alî ji bo parastina rojnamevanan kar bikin. Yaku dewleta Tirk kiriye nîşandana siyaseta xwe ye ku ew jî paşguhxistina welat û pêkhateyên dine û berdewambûna destdirêjî û binpêkirinên li ser xaka Iraqê ye.

Dewleta Tirk ji bo hedefgirtina sivîl û rojnamevanan sûd ji bêdengiya hikûmeta Iraqê werdigre. Divê ev yek jî li berçav were girtin ku tişta hatî kirin yek ji encamên lihevkirina Iraqê ya li gel Tirkiye de ye.

Em hedefgirtina hempîşeyên xwe şermezar dikin. Daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku dawî li hebûna artêşa Tirk a li nav xaka Iraqê de bîne û lihevkirinên li gel dewleta Tirk de bi dawî bike.”

Navên rojnamevanên ku îmze dane binê daxuyaniyê evin;

Mihemed Cîhadî

Sam Mehmud

Merwan Hebîb

Hisên Hadî

Mihemed Şefîq

Zeyneb Xefacî

Kerar Neîm

Rezaq Hisên

Ebdulselam Hemze

Samir Xezercî

Ehmed Fazil

Ehmed Fetlawî

Mistefa Seîd

Ehmed Refiî

Eyub Wastî

Rewneq Cenabî

Yusuf Ciburî

Elî Şakir

Temara Şakir

Salih Hemdanî

Raed Meşhedanî