Li herêmên hikumeta demkî di mehekê de 20 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR’ê di vê Çileyê de li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 20 kes hatin kuştin.

Li herêmên hikumeta demkî di mehekê de 20 kes hatin kuştin
29 ÇILE, 2026   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di vê mehê de (Çile 2026) yek jê jin bi kêmanî 20 kes li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatine kuştin.

Li gorî SOHR’ê, ev kes ji ber teqandina rasterast a guleyan, operasyonên tesfiyekirinê, êrişên çekdarî, qezayên tafîkê û teqînên berê hatine kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku bûyer li Laziqiyê, Hums, Hema, bajarê Şamê û gundewarê wê rû dane û ev agahî parve kirin: li Laziqiyê 4 kes (3 mêr û zarokek), li gundewarê Şamê  2 mêr, li Humsê yek jê jin 11 kes, li Hemayê 2 mêr, li bajarê Şamê mêrek hatine kuştin.

(b)