Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin

Li kantona Reqayê 6 pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin
Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin
Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin
Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin
Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin
Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin
Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin
Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin
Pakrewanên berxwedana Minbic û Qereqozaqê hatin oxirkirin
15 kanûn, 2024   16:07
REQA

Şervanên Hêzên Komandos ên QSDˈê Ehmed Ebdulhemîd Seyah, Elî Ehmed Yûsif, Elî Ehmed Mihemed, Ehmed Tamê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Feysel Îbrahîm û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Welîd Benşî di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li kantona Minbicê û Pira Qereqozaqê şehîd bûne, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê yê kantona Reqayê hatin oxirkirin.

Merasîma ku girseyeke mezin a şêniyan beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji fermandarên QSDˈê Welîd Ebdo axivî. Welîd Ebdo di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got "Şehîdên me  li Minbic û Pira Qereqozaqê berxwedaneke efsenewî li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker raber kir. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê erdê xwe, gelê xwe û destekftiyên ku bi xwîna wan hatin bidestxistin biparêzin."

Bi navê şêniyên bajarê Eyn Îsayî Sebrî Nebo jî axivî û got "Bila serê malbatên şehîdan sax be. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz didin ku em ê şopdarên xeta wan bin. Em ê terora dewleta Tirk a dagirker têk bibin ku komkujiyan li dijî sivîlan dike û hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixe."

Piştre jî wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" spartin axê.

(bb)

ANHA