Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin

Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

6 sibat 2024   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

15`ê Sibatê salvegera 25`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. şêniyên bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lidarxistina çalakiyên cuda, komplo şermezar kirin.

KOBANÊ

Konga Star û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Qinê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşek li dar xist.

Meş li pêşiya Meclisa Navçeya Qinê dest pê kir û li ber stasyona Îsmaîl Ebdo rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de endama Kongra Star Fetûm Oso axivî û got: "Dema ku komplo li dijî Rêber Apo dan meşandin gotin ku em ê Kurdan tune bikin. Ev komploya li dijî Rêber Apo bi destê dewletên desthilat bû. Wê demê gotin çawa me li geliyê Zîlan û şerê Dêrsimê, ermenî û suryanî tune kirin em ê vê sedsalê kurdan jî tune bikin. Lê berovajî vê jî partiya me partiyeke bi hêz û berxwedaneke mezin raber kirin."

Fetûm di dawiyê de got: "Me hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan girtiye, me raman û felsefeya xwe ji Rêber Apo girtiye. Em ê her tim têkoşînê bilind bikin heta azadiya Rêber Apo misoger bikin."

EYN ÎSA

Li Eyn Îsayê jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Girê Spî bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeya Eyn Îsayê semînerek da.

Di serî de heveroka PYD'ê ya Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl der barê qonaxên jiyana Rêber Abdullah Ocalan û rewşên siyasî yên ku tê re derbas bûye de axivî. Her wiha bal kişand ser keda Rêber Abdullah Ocalan di guhertina têgehên ku desthilata Tirk di nav civakê de belav kiribûn.

Bêrîvan Îsmaîl wiha domand: "Têgiha Rêbertî dûrxustina têgihên mêtinger û vegerandina adet û kevneşopiyên resen ên biratî û pirrengiya gelan bû. Bi saya wî û bi rêya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku wî tev hevalên xwe damezirandine, wî pêvajoya rizgariya fikrî dest pê kir "

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku dewletên desthilatdar di serî de dewleta Tirk a dagirker li ser tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê li hev kirin. Di encamê de jî wan komployek li dijî Rêber Abdullah Ocalan hûnandin û di encama wê de di 15'ê Sibata 1999'an de ew hat girtin.

Meclisa kantona Girê Spî heman semîner li gundêb Curn û Hêşe li dar xistin û tê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di kampên koçberên Girê Spî de şîrove kir.

QAMIŞLO

Girêdayî heman mijarê, Meclisa Navçeya Tirbespiyê a kantona cizîrê semînerk ji şêniyan re li dar xist.

Semîner li hola PYD`ê bi beşdarbûna şênî, endamên saziyên civaka sivîl li dar ket.

Bi navê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Hisên Omer axivî û komploger şermezar kir.

Omer bal kişadan ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker xwest di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tevgera azadiyê tune bike. Lê belê bi saya fikr û felesfeya Rêber Ocalan em îro li ser piya ne."

Omer di dewama gotinên xwe de diyar kir ku ew ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan hêz û tekoşînê digirin.

Paşê li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan.

Di heman çarçoveyê de Kongra Star a navçeya Tirbespiyê li parka Kongra daxuyaniyek da û komplo şermezar kir.

Her wiha saziyên sivîl ên navçeyê dest bi çalakiya xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kirine ji bo ku fikr û felsefeya wî bidin nasandin.

Çalakiya xwendina parêznameya Rêber Abdullah Ocalan dê heya 8`ê Adarê berdewam bike.

MINBIC

Li Minbicê ji pêşiya stasyona Muhteriq meşekê dest pê kir û ber bi navenda gundê Muhteriq ê başûrê kantona Minvicê ve bi rê ket. Di meşê de bi sedan şêniyên kantonê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, meclisên sivîl û Şaredariya Gel a kantonê beşdar bûn.

Li wir, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hesen El Begarî got: "Em îro li vir in da ku em banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Em ji cîhanê re dibêjin ku em ê dîwarên Îmraliyê bişikînin û Rêber Apo azad bikin."

El Begarî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadî û pêşeroja geş a gelan berdêl daye û ji 26 salan de girtî ye û got: "Em nerazîbûna xwe li hember tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin û soza domandina berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû dikin."

TEBQA

Li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Cirniye pêşangehek li dar ket. Endamên saziyên sivîl, leşkerî, nûnerên partiyan û tevgerên jinan û ciwanan û bi dehan şêniyên bajarokê tev lê bûn.

Di pêşangehê de wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

Endama rêveberiya Yekitiya JInên Ciwan Rewda El Elî axivî û got: "Em komployê red dikin, çi pêwîst bike em ê bikin û Rêber Apo azad bikin. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, em ê li ser soza xwe bin.

ŞEHBA

Meclisa Edaletê ya Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan civînek li navenda xwe ya li gundê Til Sûsnê li dar xist.

Endamên meclis û desteyên kantonê tev li civînê bûn. Endamên Meclisa Edaletê Evîn Hec Hemo û Îbrahîm Mistefa civîn bi rêve birin.

Di civînê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

(şx)