Li herêma Firatê şehîdên meha Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn

Li herêma Firatê şehîdên mehên Îlon û Cotmehê li ser gorên wan û her wiha şehîd Bêrîtan bi pêxistina mûman hatin bibîranîn.

Li herêma Firatê şehîdên meha Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn
Li herêma Firatê şehîdên meha Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn
Li herêma Firatê şehîdên meha Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn
Li herêma Firatê şehîdên meha Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn
Li herêma Firatê şehîdên meha Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn
25 cotmeh, 2023   20:27
KOBANÊ

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a harêma Firatê ji bo bîranîna şehîdên mehên Îlon û Cotmeh li Goristana Şehîd Dicle merasîmek li dar xist. Di merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin. Her wiha ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan jî, sinevizyoneke hate pêşandan. 

Piştî deqeya rêzgirtin endama Kongra star a herêma Firatê Xûnav Xelîl axivî û got: "Şehîdan, ji bo bidestxistina azadiyê û avakirina jiyaneke azad canê xwe kirin feda. Ji bo avakirina civakeke demokratîk bê teredûd şehîdên me canê xwe feda kirin. Şehîd Bêrîtan ji bo ku jin bikare bi îrade û berxwedan bijî, têkoşîn dest pê kir. Şehîd Bêrîtan heta dawiyê tê koşiya. Em ê heta dawiya têkoşînê bilind bikin."

Dûre ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan sinevizyonek ku ji aliyê jinên ciwan ve hatibû hazirkirin, hate pêşandan.

Di merasîmê de jineke ciwan bi navê Bêrtîan soz da û tev li nav refên têkoşînê bû.

Di dawiyê de girseya gel mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(eş/şx)

ANHA