Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan konsert

Koma Botan ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê konsertek li darxist.

Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan konsert
Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan konsert
Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan konsert
Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan konsert
Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan konsert
Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan konsert
25 cotmeh, 2023   19:16
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) bi boneya 31`emîn salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) konsertek li dar xist.

Konsert ji aliyê Koma Botan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat pêşkêşkirin. Li hola ku konsert lê hat lidarxistin hunermend, helbestvan û şêniyên Qamişloyê amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê, Nivîskar Hesîna Ehmed ji bo şehîd Bêrîtan helbestek xwend.

Koma Botan di konsertê de gelek stran gotin, ji wan staran; Bêrîtan, Çavê Cûdî, Bêrîtana Min, Roj Çû Ava, Ey Kurdistan, Mizgîniya Leheng û Gazin jî hat gotin, pê re jî dengbêjiya Kurdî hat vegotin.

Fermandar Bêrîtan sala 1992`yan li herêma Xakurkê dema çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl da wê dîl bigirin bi çalakiya fedaî xwe ji kendêl avêt û şehîd bû.

(sb)

ANHA