Ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ‘Komploya Mezin a Gladioyê’

Rêber Abdullah Ocalan rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê, hewldanên Gladioyê yên temamkirina şerê qirkirinê yê li Rojhilata Navîn û têkiliya vê yekê bi Komploya Navneteweyî re dinirxîne.

Ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ‘Komploya Mezin a Gladioyê’
10 sibat, 2024   03:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya 5’an a bi navê ‘Parastina Kurdên di nava Pencê Qirkirina Çandî de’ de, rewşa Tirkiyeyê ya beriya derketina xwe ji Sûriyeyê, dîsa planên Gladioyê yên temamkirina şerê qirkirinê yê li Rojhilata Navîn dinirxîne.

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan di beşa 5’emîn a bi sernavê ‘Di Sosyalîzma Zanistî de Pêxîrtengî, Komploya Mezin û Veguherîna PKK’ê’ ya parêznameyê de hatine parvekirin.

Beşek ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan bi vî rengî ne:

"KOMPLOYA MEZIN A GLADIOYÊ

Derketina Ji Sûriyeyê:

Di navbera van her du beşan de berî ku ez ji Sûriyeyê derkevim dîsa hevrikî û reqabetê serî dabû. Reqabeta di navbera beşa alîgirê diyaloga bi me re û dijberê wan de, bi desteka Îsraîl û DYA’yê baskê NATO-Gladioyê anku beşa alîgirên şer û îmhayê serdest bûbûn. Beriya derketinê bi demeke kin, îstîxbarata Îsraîlê bi awayekî neyekser bi israr peyam dida ku divê ez ji Sûriyeyê derkevim. Min veqetîn di cih de nedîtibû. Min fikar dikir ku dê statuya me ya li Sûriyeyê derbeke mezin bixwe. Min ji aliyê stratejîk û îdeolojîk ve rast nedidît. Şer wê di rêya xwe ya xwezayî de bimeşiya, di çarenûsê de çi hebû wê ew biqewimiya. Ez ne li ser xeta çarenûsî bûm. Lê ji bo min helwesteke manedar a dijçarenûsê nebû ku ez rabûma min xeta eskerî, polîtîk û îdeolojîk a sîh salî bidaya aliyekî û rota biguherta. Diviyabû ez durist bûma, ne rast bû ku ez li rizgarkirina xwe bifikiriyama. Piştî ku Atîlla Ateş li ser navê NATO-Gladio cara dawî hişyar kir, eger Sûriye û Rûsya bi awayekî bi biryar pişta me bigirta şensê me hebû ku me şer derxista asteke jortir û bêhtir berfireh bikira. Lê bihêlin em vê destekê bibînin, herdu welat hêza wan tinebû giraniya min a şexsî rakin an jî ji bo vê niyeta wan tinebû. Bi rastî ji bo Sûriyeyê ev ne pêkan bû. Ji Bakur Tirkan, ji Başûr jî îsraîliyan di nava rojekê de karîbûn wê dagir bikin. Eger neketibûna nava panîkê, karîbûn ji bo min cihekî bêhtir di cih de bibînin. Nikarîbûn vê jî li ber çavan bigirin. Jixwe helwesta Rûsyayê bêhtir bêrûmet bû. Di berdêla Projeya Herikîna Şîn û krediya deh mîlyar dolar a IMF’ê de em bi darê zorê ji Moskovê derxistin.

Berî ku ez behsa serhatiya xwe ya Atîna û Romayê bikim, divê em bêhtir ji nêz ve li dema beriya derketinê û dema derketinê binêrin. Ev gelekî girîng e û mirov dikare ji vê pêvajoyê gelek tiştan hîn bibe.

Eger mirov rast li dualîteya derbeya 28’ê Sibatê serwext nebe nikare fêm bike ku çi diqewime. Milekî derbekaran bi pêşniyareke rastî ya aştiyê nêzî me bûbû. Ez yeqîn dikim ku der barê vê de dê di arşîva me de belge hebin. Min bawer kiribû ku nêzîkatiyên wan jî wekî yên Turgut Ozal û Necmettin Erbakan cidî ne û aştiyê dixwazin. Ev helwesta alîgirê çareseriya siyasî û aştiyane rê li ber derbeya di nava derbeyê de vekiribû. Niha têra xwe eşkere bûye ku di wê demê de anku heta bi girtina min, Îsraîl û DYA ji sedî sed alîgirê çareseriyeke siyasî û aştiyane nebûne. Di asteke nizim de be jî dewamkirina şer û bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd bi israr xwestine. Ji bo Rojhilata Navîn, nexasim ji bo Iraqê kontrol bikin û wê bişikînin, bi dijwarî pêdiviya wan bi vê hebû. Ji ber ku bi tenê bi vê rêyê karîbûn Tirkiyeyê pasîfîze bikin û pîlanên xwe pêk bînin. Turgut Ozal, Necmettin Erbakan û Bulent Ecevît bi sedema ku guh nedan van pîlanan û bêhtir bûn xwedî helwesteke Anatolîparêz, mîllîgir û di pirsgirêka Kurd de bûn alîgirê çareseriyeke siyasî û aştiyane, ji desthilatdariyê hatin xistin. Ji bo alîgirên şer pirr girîng nîne ku wexta kesên behskirî ji desthilatdariyê dixin ew kes bêne kuştin an neyên kuştin. Jixwe di nava şer de ne. Bi şer dixwestin heta dawiyê biçin û her astengiya derkeve pêşiya xwe bişikînin û bi vî awayî bigihîjin armanca xwe. Di nava van astengiyan de pirsgirêka Kurd jî hebû. Ya lê difikirîn bi rêya eskerî bi tevahî tesfiyekirina wê bû ango bi awayekî li qirkirina Kurdan difikirîn. Eger hêzên hegemonîk pişta vê têgihiştina ku dewama xeta Îttîhad û Teraqîgirên berê bûn negirta, ti carî şensê wan ê serketinê tinebû. Ji ber ku wan jî bi vê zanîbûn, ji sedî sed hewcedarî desteka DYA, Ingilîstan û Îsraîlê bûn. Bi derketina min a ji Sûriyeyê di sala 1998’an de desteka pêdiviya wan pê hebû tedarik kiribûn.

Di serê salên 1990’î de desteka DYA û Ingilîstanê, di sala 1996’an de jî desteka mutleq a Îsraîlê (Di navbera Îsraîl û Tirkiyê de, di warê eskerî de peymanên hevkariyê yên stratejîk) tedarik kiribûn. Piştî ku alîkariya hewcedariya wan pê hebû tedarik kirin, dor hatibû destwerdana hundir ango di nava hukûmetê de guhertinên dixwestin wê bikirana û di nava artêşê de yên ji wan nexweşbûn wê tesfiye bikirana. Ji serê salên 1990’î ve wê ev jî gav bi gav bi cih bianiyana. Dogan Gureş ê wezîfeya Serokatiya Fermandariya Giştî dewr wergirt pêşî çûn serdana Ingilîstanê û di dema vegera xwe ya ji vî welatî de got “Ji bo tesfiyekirina PKK’ê ji me re lampeya kesk vêxistin” ev gotina wî rastiya em behsa wê dikin, îfade dike. Çawa ku em dizanin di pêvajoya pêş de bi tenê bi êrişên îmhakirina Kurdan û PKK’ê qîma xwe nayînin, Serokkomar dikujin, di nava hukûmetê de guhertinan dikin, di nava artêşê de tesfiyeyê dimeşînin, li dijî civakê tevgerên pasîfîkasyonê bi rêxistin dikin, rêzeke reşkujiyên rewşenbîr û karsazan pêk tînin û heta bi pîlankirina tevkujiyên girseyî û teslîmgirtina medyayê gelek bûyerên xeternak û şer xistin rojevê. Li vir a kêm ew e, divê mirov van hemûyan weke bûyerên zincîrwarî yên bi hev ve girêdayî fêhm bike. Ji roja Tirkiye ket NATO’yê heta bi 1998’an di bingehê tevahiya bûyerên siyasî û civakî yên li Tirkiyê de mirov heta xeta stûr a NATO-Gladioyê nebîne, nikare ti bûyera girîng, şer û reşkujiyê ji hev derxe. Ya rastî, li dijî daxwazên gelan ên ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê şerekî NATO’yê dest pê kiriye û weke xeleka dawî derxistina min a ji Sûriyeyê di sala 1998’an de li vî şerî hatiye zêdekirin.

Di dema derketina ji Sûriyeyê de du rê li pêşiya min hebûn: Ya yekê rêya çiya bû, ya diduyan jî rêya Ewropayê bû. Eger min rêya çiyê hilbijarta ev dihat wê maneyê şerê dijwar bibûya û eger min rêya Ewropayê tercîh bikira ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareserêya dîplomatîk û polîtîk digerim. Çawa ku tê zanîn, amadekariyên ji bo rêya çiyê ji zû ve dest pê kiribûn. Derketina çiyê îhtîmala xurt bû. Lê tam di wê pêlê de heyeteke Yewnanî hat cem me. Nûnera me ya Atînayê Ayfer Kaya gelek têkiliyên telefonî bi rayedarên di asta jor de danîbûn. Di encama van têkiliyan de heyeta Yewnan hat cem me û vê bûyerê kir ku em berê xwe bidin Atînayê. Derdê rayedarên Sûriyeyê ew bû ku ez bi lez derkevim. Lê ji çûna min a Ewropayê zêde ne dilrehet bûn. Di vê mijarê de alternatîf neafirandin û ev ciddî qusûra wan e. Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rû bi rû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê. Li vir pirsa divê mirov bike ev e: Li Yewnanistanê jî beşê Gladioyê bi hêz e, gelo di senaryoya derketina min de xwedî rol bû? Ez nikarim bersiveke vebirrî bidim. Hewcedarêya vê mijarê bi lêkolînê heye. Heye ku di radestkirina min a Tirkiyê de DYA’yê bi rêveberêya Tirkiyê re li hev kiribe ku pirsgirêkên bi Yewnanistanê re çareser bikin. Ji bo vê, dibe ku bi kêmanî di asta sozdan û prensîbê de li hev kiribin."