‘Li hember êrişên dewleta Tirk bersiva me jiyana hevbeş û yekitî ye’

Rewşenbîrên ji Şedadê têkildarî şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Ceyş El Watanî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin, hişyarî dan û ji bo têkbirina vî şerî teqezî bi rêgezên jiyana hevbeş kir.

‘Li hember êrişên dewleta Tirk bersiva me jiyana hevbeş û yekitî ye’
24 kanûn, 2024   03:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Jinên rewşenbîr li bajarê Şedadê diyar kir ku armanca şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Ceyş El Watanî (Artêşa Nîştimanî) li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin, têkbirina aramiya herêmê û derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de ye. 

ZEHRA EL EWAD: ZANABÛNA GELÊN HERÊMÊ JI FITNEYÊ MEZINTIR E

Rewşenbîr û endama Partiya Avakirin û Pêşxistinê Zehra El Ewad got gelên herêmê û pêkhateya Ereb şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne, baş nas kiriye.

Zehrayê wiha domand: "Dewleta Tirk bi derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de dixwaze tevna civakî ya herêmê têk bibe û tevliheviyê derxe. Lê em vê komployê baş nas dikin û pê naxapin. Pêkhateyên herêmê li hember hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, hevgirtî û hevbeş in."

FOZA EL XELEF: JIYANA HEVBEŞ BINGEHA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Endama Komîteya Jinan a Saziya Malbatên Şehîdan Foza El Xelef destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka jiyana hevbeş in û gelê wê hewl dide li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan neteweyeke demokratîk li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bike.

Fozayê wiha domand: "Em dizanin dewleta Tirk dixwaze fitneyê di nava pêkhateyan de derxe ji bo ku ewlehiya herêmê têk bibe. Lê em ê bi yekrêzî li hemberî wan komployên ku dixwazin projeya me ya demokratîk têk bibin, bisekinin."

MEYSA EL HISÊN: LI HEMBER ŞERÊ TAYBET YEKDEST IN

Endama Partiya Avakirin û Pêşxistinê Meysa El Hisên jî got: "Rast e li herêmê şert û merc dijwar in lê divê pêkhateyên me yek bin. Dewleta Tirk bi rêya şerê taybet dixwaze vê yekitiyê têk bibe."

Meysayê ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelên herêmê tevneke hevgirtî ne. ruxmî şerên taybet lê dest bi dest projeya neteweya demokratîk li ser bingeha azadiyê û wekheviyê ji her kesî re, ava dikin."

Meysayê di dawiyê de diyar kir ku gelên herêmê vî şerî baş nas dikin û dê bikarin têk bibin, her wiha banga xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhateyan de kir.

(şx/k)

ANHA