Almanya têkildarî metirsiya vegera DAIŞˋê hişyarî da

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê hişyarî da ku çeteyên DAIŞˋê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fersendekê wergire.

Almanya têkildarî metirsiya vegera DAIŞˋê hişyarî da
23 kanûn, 2024   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Kanala "Deutschlandfunk" Today, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock têkildarî rûdana şerekî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û dewleta Tirk a dagirker de, hişyarî da.

Annalena Baerbock got, "Divê teqez ev yek pêk neyê. Ji bo tu aliyan tiştekî baş nîn e, ku terorîstên rêxistina DAIŞˋê şerê Kurdan bikin."

Annalena aşkera kir ku wê DAIŞ ji şerê di navbera Tirkiye û Kurdan de sûd wergire û bi xwe re xeteriyekê li ser ewlehiya Sûriye, Tirkiye û Ewropayê jî bîne.

(mh/fr)