Mihemed Şêxî: Armanca sereke yekrêziya Kurdî ye

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Karkerên Kurdistanê Mihemed Şêxî diyar kir ku guhertina li Sûriyeyê tenê bi hilweşandina rejîmê têrê nake, lê belê pêwistî bi guhertina teşe û makanîzma rejîmê heyeû got, pêwîst bi yekrêziya Kurdî heye.

Mihemed Şêxî: Armanca sereke yekrêziya Kurdî ye
24 kanûn, 2024   07:10
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Karkerên Kurdistanê (Y.K.K) Mihemed Şêxî der barê civîna berfireh a Komîteya Diyalogê ya Kurdî de, ji ajansa me re wiha axivî: "Ev civîn ji bo yekkirina nêrîn û helwesta şandeya Kurdî ji bo diyaloga bi Şamê û aliyên navneteweyî re, hat lidarxistin."

Ji 22'yê Kanûnê ve, li bajarê Qamişlo civîna berfireh a Komîteya Diyalogê ya ya Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) tên lidarxistin.

Şêxî diyar kir ku li pêşiya partiyên siyasî yên Kurdî zehmetî û astengî hene, lê belê gel xwedî yek helwst e û hevgirtî ye û got: "Em bi hemû derfetên xwe ji bo yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî ketine xebatê da ku em nûnertiyeke xwedî projeya siyasî ava bikin, piştre jî şande were avakirin."

Şêxî diyar kir ku di demeke nêzîk de dê li ser asta Rojavayê Kurdistanê, ji bo lihevkirina li ser projeya siyasî û avakirina şandeyekê, kongreyek were.

Şêxî hêvî kir ku hewldanên yekrêziya Kurdî bi ser bikeve û rola gelê Kurd di avakirina Sûriyeya pêşerojê de ya sereke be.

(mh/fr)

ANHA