Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê

Gelek saziyên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got ew ê li hember êrişan û dagirkeran bibin yek.

Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
Li hember êrişan çalakiyên şermezarkirinê
28 kanûn, 2023   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 23`yê Kanûnê ve zêde kir. Di wan êrişan de navendên xizmetguzarî û stratejîk bombebaran kirin. Di encamê de 8 welatî şehîd bûn, bi dehan birîndar bûn û zirarên mezin li binesaziya herêmê bûn. 

Li hember van êrişan şêniyên herêma Bakur û Rojilatê Sûriyeyê, sazî û partiyên herêmê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Minbicê li pêşiya avahiya dadgehê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya kantonê Mufîde El Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku êriş li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî ne. Her wiha bang li sûriyeyiyan hat kirin ku bibin yek, erkên xwe yên nîştimanî li hember dewleta Tirk bînin cih û êrişên wê rawestînin.

Her wiha Komîteya Tenduristiyê ya kantona Minbicê daxuyaniyek da. Bijîşk Îsa Hemadê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên li dijî navendên xizmetguzariyê û tenduristiyê yên ximzetê ji gelê re dikin, karesateke mirovî ye.

Her wiha koçberên kantona Girê Spî li qada kampê daxuyanî da. Koçberê bi nave Kamil Osman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de koçberan diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya QSD`ê bikin ku herêmê ji timayên dewleta Tirk a dagirker diparêze.

HELEB

Rûspiyên êlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê daxuyaniyek da. Şêx Ehmed El Qureyşî daxuyanî li taxa Şêxmeqsûd xwend.

Di daxuyaniyê de banga hevgirtin û xwedîderketina li projeya neteweya demokratîk li hember êrişan, hate kirin.

ŞEHBA

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdemê êrişên dewleta Tirk û bêndengiya rêxistinên mafên mirovan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Welîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tir û bêdengiya li hember êrişan hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê bang li welatên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku êrişên dewleta Tirk rawestînin û sivîlan biparêzin. Her wiha bang li rewşenbîrên Sûriyeyê û cîhanê hat kirin ku helwesta xwe diyar bikin û piştgiriyê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê bi beşdariya bi dehan ji jinan li kamapa Berxwedan û endamên Kongra Star, Meclisa Jin a PYD û Rêxistina Jinan a Kampa Berxwedan çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de endama Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Hêvîn Bekir, endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Wehîde Xelîl û endama Meclisa Malbata Şehîdan Emîne Osman axivîn.

Axêveran êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze binkeftina xwe li hember gerîla veşêre.

Her wiha diyar kirin ku şêniyên herêmê dê bi hevgirtina xwe binesaziya wêran bûye, sererast kir û dê dîsa sererast bikin.

Axêveran bang li şêniyan kir ku li hember êrişan li ber xwe bidin û xwedî li rêya şehîdan derkevin.

Di dawiya çalakiyê de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Nizhet Elî axivî û bang li ciwanan kir ku pêşengiya şoreşê bikin.

REQA

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê kantona Reqayê di daxuyaniya xwe de ku endama meclisê Fatme El Elî xwendiye destnîşan kir ku armanca êrişan, vejandina DAIŞ`ê ye û divê li hember van hewldanan bê sekinandin.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê ku endama wê Itîmad El Ehmed li parka Şehîd Hevrîn Xelef a li kantona Reqayê xwendiye, bêdengiya li hember êrişan şermezar kir û diyar kir ku êrişên li nêzî girtîgehên çeteyên DAIŞ`ê hewldanên vejandina DAIŞ`ê aşkera dikin.

Her wiha di heman çarçoveyê de saziyên civakî yên Reqayê û rûspiyên êlan, rewşenbîr, hiqûqnas siyasetmedar, rêxistinên jinan û civaka sivîl daxuyaniyek da ku rûspiyê êla El Bû Esaf Hemed El Qereceh xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ewlehiya herêmê têk dibe û welatiyên ditirsîne û di jêdera qûta wan de şerê wan dike, tenê bi hiceta parastina ewlehiya Tirkiyeyê.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên sûriyeyî hat kirin ku helwesteke hevgirtî li hember êrişan nîşan bidin û ji parçebûnê xilas bibin ji bo ku rê nedin hêzên derve ku destwerdanê herêmê bikin.

TEBQA

Li Tebqayê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya daxuyaniyek da. Endama meclisê Semîre Hebeş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin cîhan tev da şahidê komkjiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê pêk tîne, divê li hember van sûcan li ser qada navneteweyî helwest bê nîşandan.

Forma Al El Beyt a kantona Tebqayê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina nexweşxane, saziyên sivîl, xizmetguzarî qanûnên navnetewyeî binpê dike.

Her wiha bang li saziyên islam yên welatên ereban hat kirin ku helwestekê nîşan bidin ji bo ku êriş li ser gelê herêmê rawestin.

DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi du daxuyaniyên cuda êrişên li ser herêmê şermezar kirin û bang kirin ku li ser asta navneteweyî helwest bê nîşandan, ji bo ku êrişên li dijî herêmê rawestin.

(şx)

ANHA