Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû

Konê çalakiyê ku ji aliyê Maclisa Malbatên şehîdan ve, ji bo piştgiriya ‎berxwedana girtiyên doza PKK û PAJK′ê hatibû vedan, di roja xwe ya duyemîn de, bi dawî bû.‎

28 kanûn, 2023   16:34
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê tev li Konê çalakiya ya ku Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo ‎piştgiriya berxwedana girtiyan û piştgiriya pêngava "Ji Abdulah Ocelan re azadî ji prsgirêka ‎Kurdî re çareseriyê siyasî" ku li Qada Şehîd Egîd hatibû vedan bûn û îro di roja xwe duyemîn de ‎bi dawî bû.‎

Di bin Konê çalakiyê de wêneyên Rêber Apo, wêneyên şehîdan hatibûn daliqandin û ‎pankartên" Em wek Malbetên Şehîdan li Kobanê berxwedana zindanan silav dikin" û ‎‎"Berxwedaniya gerîla berxwedana gelan e" û "Na ji êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêma ‎Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re"hatin daliqandin.‎

Di bin konê çalakiyê de stran û axaftin hatin kirin.‎

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî axivî û got: "Em berxwedana gerîla û ‎berxwedana zindanan silav dikin, em her çar parçeyên Kurdistanê silav dikin. Em ê her tim ‎berxwedanê xurt bikin û em ê ji bo azadiya fîzîkê ya Rêber Apo her tim tê bikoşin.‎"

Her wiha di bin konê çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Derya Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, êşkenceya li ser wî, astengkirina ‎hevdîtina bi parêzeran re bi hincetên pûç, ne qanûnî ne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd û vîna gel temsîl dike. Di salên derbasbûyî de Rêber Abdullah Ocalan ji ‎bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên girîng û cidî avêtine û ketiye qonaxên pêşketî û girîng, ‎lê dewleta Tirk rê li ber hiqûq û edaletê girt û tecrîda li ser wî giran kir û gelek şer li dijî Kurdan ‎meşandin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo sînordarkirin û çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn risteke ‎sereke ye.‏ ‏

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ‎gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê û pêkahteyên li vê herêmê hate kirin ku bê deng ‎nemînin û li ser piyan bin.

Çalakî bi berzkirina dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

‎(sş)‎

ANHA‏ ‏