Meclisa Hecînê ya Leşkerî nasnameyên 2 şervanan aşkera kirin

Meclisa Hecînê ya Leşkerî diyar kir ku 2 şervanên wê di dema pêkanîna erkên xwe yên leşkerî li Dêrazorê de gihaştin asta şehadetê.

Meclisa Hecînê ya Leşkerî nasnameyên 2 şervanan aşkera kirin
12 kanûn, 2024   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe yên şehîd aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin şervan Kewan (Mihemed Xêr Salih El Ferêh) û şervan Sincar (Ehmed Mihemed El Mela) ji şervanên herî jêhatî bûn. Di gelek eniyên şer ên li gundewarê Dêrazorê de beşdar bûn. Her wiha li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û çeteyên DAIŞˋê berxwedaneke mezin rabir kirin û di oxira parastina gel û welatê xwe de canê xwe feda kirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdan û soza xwe ya tolhildanê ji kujer û sûcdaran nû kir.

Agahiyên der barê nasnameyên her du şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Sincar

Nav û paşnav: Ehmed El Mela

Navê dayikê: Necod

Navê bav: Mihemed

Navnîşana malê: Hesekê-Til Hemîs-gundê Nefayil

Dîroka tevlêbûnê: 25.11.2024

Dîroka şehadetê: 9.12.2024

Nasnav: Kewan

Nav û paşnav: Mihemed Xêr El Ferêh

Navê dayikê: Foza

Navê bav: Salim

Cih û dîrok jidayikbûnê: Dêrazor-Hecîn -2004

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-9.12.2024."

(fr)