Îmarat: Bersiva êrişên Îranê hate dayîn

Îmaratê ragihand ku wê bersiva êrişên bi dron û mûşekan ên Îranê daye.

Îmarat: Bersiva êrişên Îranê hate dayîn
8 gulan, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Îmaratê di daxuyaniya xwe ya îro de ku li ser X'ê parve kiriye, ragihand ku ji aliyê Îranê ve bi moşek û dronan li dijî wan hatin kirin.

Wezaretê da zanîn ku dengên ku li deverên cuda yên welêt têne bihîstin ên pergalên parastina hewayî ne ku bi mûşekên balîstîk, mûşekên krûz û dronan re mijûl dibin.

Rojên duşem û sêşemê Îranê li devera El Ficîra ya Îmaratê êriş bire ser cihekî petrol, di encamê de 3 kes birîndar bûn. Îmaratê der barê êrişê de ragihandibû ku 4 mûşekên kruz ji aliyê Îranê ve hatin avêtin, 3 li ser herêma deryayî ya navneteweyî hatine têkbirin û yek li ser deryayê ket.

(bb)