Li Hemayê ciwanek hat girtin, bi ser dibistanekê de hat girtin

Hêzên hikumeta veguhêz li bajarê Misyafê yê bejahiya Hemayê ciwanek destgîr kir. Li bajarokê Ceb Remlayê jî bi ser dibistanekê de girt û navên mamosteyên beşdarî protestoyên li dijî biryarên hikumetê bûne, xwestin.

Li Hemayê ciwanek hat girtin, bi ser dibistanekê de hat girtin
23 kanûn, 2025   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane nûçegihanê ajansa me, hêzên hikumeta veguhêz duh bi şev li bajarê Misyafê yê gundewarên Hemayê bi ser mala ciwanê bi navê Sexir Îsmaîl de girt. 

Çavkaniyan da zanîn ku hêzên hikumetê gotinên xirab û heqaret li Sexir kirin û piştre wî destgîr kir. Her wiha kel û pelên di erebeya wî de birin û paketa cigareyê bi hinceta ku guneh e avêtin.

Hate ragihandin ku hêzên hikumetê bi ser dibistana Cib Remlê yê gundewarên Misyafê de girt û navên mamosteyên beşdarî xwepşandanên 10’ê Kanûnê bûbûn xwestin ku li ser banga serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan Şêx Xezal Xezal hatibûn lidarxistin.

Di meha borî de jî hêzên hikumetê bi ser gundê Sewama yê Misyafê de girtibû, êrişî malbatekê kir, lê dan û gef li xwarin, piştre jî mal talan kir.

(b)

ANHA