QSD’ê şehadeta şervanekî ragihand

Şervanê QSD’ê Çiyarûs (Esmer Silêman) li Çiyayê Kezwanan di encama qezayeke leşkerî de şehîd bû.

QSD’ê şehadeta şervanekî ragihand
23 kanûn, 2025   12:53
NAVNDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta şervanekî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyanyê de hate gotin "Şervanekî me piştî ku demeke tijî ted û têkoşîn di nava refên me de borand, dema erka xwe bi cih dianî, di encama qezayeke leşkerî de şehîd bû.

Hevrêyê me Esmer Ehmed Silêman ji ji malbateke ye xwedî dîrokeke bi rûmet a têkoşîna neteweyî û şoreşgerî ye. Hejmarek ji endamên malbatê tevlî refên şoreşê bûn û bûn mînakek dilsozî û neteweyî.

Hevrêyê me Esmer ku beşdarî pêngava li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya li Dêrazorê bûbû, berxwedaneke mezin a lehengane raber kir û mohra xwe li gelek pêngavên din jî xist.

Bila serê malbata şehîd Esmer û tevahî malbatên şehîdên me sax be. Em teqez dikin ku em li ser soza xwe ne. Em ê têkoşînê mezin bikin heta armancên şehîdan ku ji bo wê xwîna xwe dane, bighînin serî."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Çiyarûs

Nav û paşnav: Esmer Silêman

Navê dayikê: Nalîn Hesen

Navê bav: Ehmed

Dîroka jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Çiyayê Kezwan- 19 Kanûn 2025.

(b)