Jinên Kobanê: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Jinên bajarê Kobanê diyar kir ku tevî dorpêça giran jî ew li ber xwe didin û dest ji xeta berxwedanê bernadin û got “Em bi hêza xwe bawer in û em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”

Jinên Kobanê: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin
2 sibat, 2026   06:25
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Jinên Kobanê der barê berxwedana gel a li Kobanê û dorpêça li ser wê de nêrînên xwe anîn ziman.

Fatma Xelîl diyar kir ku ew berxwedana gel silav dikin û wiha got: "Gelê me bi berxwedaneke bêhempa li ber xwe da û berxwedan heta îro berdewam e. Em gelê her çar parçeyên Kurdistanê yên ji bo me rabûne ser pêyan, em silav dikin. Çawa ku gelê Kobanê qirêja cîhanê çete têk birin, îro dê berxwedana Kobanê her çar parçeyên Kurdistanê kirin yek.”

Fatmayê da zanîn ku Kobanê hîn di dorpêçê de ye û berxwedana gel berdewam e û got: "Rast e em di nava dorpêçeke giran de ne, lê em bi berxwedana xwe serbilind in, em bawer in dê berxwedana me bi ser bikeve û em ê bi berxwedana xwe destanên dîrokî binivîsin. Em ê her tim li pişta fermandarên xwe bin û em tu carî dest ji xeta berxwedanê bernadin.”

Nadiya Hiso destnîşan kir ku gelê ku bi salan e li ber xwe dide, ew ê tu carî dest ji xeta berxwedanê bernede û destkeftiyên şoraşa xwe biparêze û wiha pê de çû: "Dijmin dixwaze îradeya me û deskeftiyên me têk bibe. Lê em tu carî dest ji berxwedanê bernadin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û mîrasa xwe biparêzin."

Nadiyayê da zanîn ku wan berê jî gotiye berxwedan jiyan e, ew ê têkoşîna xwe xurt bikin û tu carî dest ji xeta berxwedanê bernedin.

Bedîa Miho got gelê Kurd her roj di nava berxwedanê de ye û destkeftiyên şoreşa xwe diparêze û wiha anî ziman: "Gelê Kobanê her tim li hemberî dijmin li ber xwe dide û têkoşîn dikin heta dawiyê û dijmin têk bibin. Ev ne cara yekemîne ku gelê Kobanê li ber xwe dide, ger ku hezar carî ji me were xwestin jî em li ber xwe bidin û wê her tim serkeftin ya me be."

ANHA