Li Hemayê 8 hezar û 80 kes bi nexweşiya leşmaniyayê ketine

Li parêzgeha Hemayê 8 hezar û 80 kes bi nexweşiya leşmaniyayê ketine û metirsî hene ku hîn zêdetir belav bibe.

Li Hemayê 8 hezar û 80 kes bi nexweşiya leşmaniyayê ketine
22 hezîran, 2026   04:15
HEMA

Li bajarê Hemayê û gundewarên wê bi hezaran kes nexweşiya leşmaniyayê bi wan re derketiye. Ev nexweşî zêdetirî xwe li başûrê bajarê Hemayê herêma Meşai Başûrê studyom, Mesafî û Kazo û li gundên dikevin bakur û rojhilatê Hemayê belav bûye. 

Li gorî şênî û çavkaniyên herêmî li van herêmên ku nexweşiya leşmanya derketiye pirsgirêkên jîngeh û tenduristiyê hene, çavkaniyên av jê tê gemarî ne, ava kanalîzasyonan a li ser vekirî belav dibe û mezreyên masiyan ên ne qanûnî jî hene.

Gerinendetiya Tenduristiyê ya Hemayê 4 mehên destpêka salê qeydkiribû ku 8 hezar û 80 kes nexweşiya leşmaniya bi wan re çêbûye. Li gorî par (2025) hejmar zêde bûye, bi taybet piştî şêniyên gundên bakur, rojhilat û bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê vegerin gundên xwe ev nexweşiya leşmaniyayê zêdetir belav bû.

Şêniyên gelek gundan diyar kirin ku hejmar zêdetir bûye û metirsî hene ku demsala havînê hîn zêdetir belav bibe. 

Aliyên tenduristiyê anîn ziman ku komên tenduristiyê yên gerok diçin herêmên ku herî zêde leşmanya lê belav bûye û rewşên giran radikin navenda dermankirina leşmanya ya li navenda Hemayê. 

Heyva Sor a Sûriyeyê bi komên tenduristiyê re dibe alîkar û derman dide wan. Ev kom çûn gundê Zîzon, Til Wasit û Hewaş a herêma Sehil El Xab. Nexweşiya leşmaniya derman dikin û ji şêniyan re dibêjin ku xwe çawa ji nexweşiya leşmaniya biparêzin.

Gerînendetiya tenduristiyê bi alîkariya aliyên têkildarî û rêxisitnên mafên mirovan û tenduristiyê dermanê kuştina mêşa qûmê direşînin û bi navendên dermankirina nexweşiya leşmanyayê dibin alîkar.

Şêniyên herêmê gotin destwerdana aliyên tenduristiyê sînordare û divê sedemê bingehîn ê nexweşiyê werin çareserkirin. Bila pirsgirêka kombûyîna çopê, ava gemarî û kêmbûna xizmetguzariyê çareser bikin.

Şêniyên gundê El Amara, Zor Sîgata, Zamliyê, Kefer Eqîd û Rebio bang li aliyên xizmetguzar ên taybet kirin ji bo ava kanalîzasyonê nekevê çemê Zor Sîgata û gotin dibe ku ev yek bandorê li ser tenduristiya zêdetirî 40 hezarî bikin. Her wiha şêniyan gotin bêhna ava kanalîzasyonê bûye parçeyek ji jiyana wan û li herêmê gelek kes nexweşiya leşmaniya bi wan re çêdibe. 

Şêniyên gundê Sîgata gotin ev bûye derdoar 8 salan xeta herêma El Qenatir dixetimê û ava kanalîzasyonê dikevê çem Zor Sîgata û nava erdên çandiniyê. Ji ber wê ava kanalîzasyonê bi hezaran donim erdên çandiniyê ziyan dîtine. Her wiha ji derveyî kaniyên nêzî çemê El Sarût derdora 35 bîrên ava vexwarin û avdanê gemar bûne.

Çavkaniyek ji Şaredariya Sîgata got divê projeya kanalîzasyonê ya xeta herêmî (Hirmel, Beyt Natir, Eyn Helaqîm) bidomînin û bi projeya Kefer Eqîd a 3 km ve girê bidin, bi vî awayî pirsgirêk çareser dibe. 

Ji bo tenduristiyê jî gelek ji şêniyan dan zanîn ku ew 15-20 km dimeşin heyanî ku digihîjin klînka leşmanyayê ya bajarê Misyaf. Piştî ku cihê dermankirina leşmanyayê ji navenda Kefer Eqîd veguhastina ciyekî dîtir şênî û bi taybet zarok, pîr û kal di rêyê de gelek zehmetî dibînin heyanî digihîjin klînka bajarê Misyaf.

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hemayê berî çend rojan bi nûnerên rêxistinên navneteweyî yên tenduristiyê re civiyan. Diyar kirin ku wan li ser derketin û belavbûna nexweşiya leşmanyayê nîqaşkirine û li çareseriyê digerin. 

Pisporên kar û barên tenduristiyê gotin nexweşiya leşmanyayê bi derman û reşandina dermanan çareser nabe, divê pirsgirêkên jîngehê, paqijiyê û kanalîzasyonê çareser bibin.

(np)

ANHA