Li Hema û Laziqiyeyê topbaranên hêzên Şamê û çeteyên dewleta Tirk

Li gelek herêmên Hema û Laziqiyeyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê hev topbaran kirin.

Li Hema û Laziqiyeyê topbaranên hêzên Şamê û çeteyên dewleta Tirk
2 mijdar, 2023   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li derdora Meşarî ya li Sehil El Xab a bakurê rojavayê Hemayê û derdora Kebane ya çiyayê El Ekrad ê li bakurê Laziqiyeyê bi çekên giran û doçkayan çeteyên ′Fetih El Mubîn′ û leşkerên hêzên hikumeta Şamê hev topbaran kirin. Lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran bi dest neketin.

Hemwextî wê li çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê û çiyayê El Ekrad balafirên keşfê yên Rûsyayê digerîn.

(fr)