Gundekî din ê Qamişlo hat topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker gundê Til Zîwan ê rojhilatê bajarê Qamişlo topbaran kir.

Gundekî din ê Qamişlo hat topbarankirin
2 mijdar, 2023   13:01
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li ser sînor cihekî vala li gundê Til Zîwan ku 13 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Qamişlo ye, topbaran kir.

Artêşa dagirker beriya niha bi çend saetan jî 2 gundên girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo topbaran kiribûn.

Li gorî agahiyên gundiyan dane, di encama topbaranê de tu ziyanên canî yan madî çênebûn.

(c)

ANHA